Jinan mudaxaleya polîsan nas nekir
Kolan bi rêngê xemrî neqişandin

  • jin
  • 20:14 25 Mijdar 2018
  • |
img
STENBOL - Bi hezaran jinên ji tunela Taksimê meşiyan Qada Galatasarayê û rastî êrîşa polîsan a bombeyên xazê hatin, barîkatên polîsan nas nekirin û kolan bi rengê xemrî neqişandin. 
 
Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Dijî Jinê bi hezaran jin ku ji pêkhatiyên saziyên jinan ên Stenbolê pêk dihatin, li Tunela Qada Taksimê kom bibin û xwestin heta Qada Galatasarayê bimeşin. Polîsan beriya meşê polîsan kolana Îstîklalê li trafîkê girtin. Kolana diçe Qada Galatasarayê jî bi barîkatan girtin. Jinên di meşê de israr kirin rastî êrişa polisan a bi bombeyên gazê, ava şit û guleyên plastîk hatin. Lê dîsa jinan êrîş û astengi nas nekirin û kolan bi pankart û dowizên xemrî xemilandin û çalakiya xwe berdewam kirin. Jinên ku qad terk nekirin li erbaneyan dan û bertekên xwe anîn ziman. Jinên ku li dijî êrîşan kom bûn bê navber dirûşmeyên “Şev şên me ne, ma te got qey ya te ye? Bedena min ya min e, ma te got qey ya te ye?" “Jin jiyan azadî" berz kirin. Jinen ku piştre di nava kolanan de belav bûn bi dowîz û pankartên xemri yên di destê xwe de kolanên Îstîklalê bi rengê xemrî neqişandin. Jinên ku li kolana Misê dîsa kom bûn cara duyemîn rastî êrişa polîsan hatin. Jinen tevî êrîşan ber bi Şişhaneyê ve meşiyan dîsa rastî êrişa polîsan a gaza xwezayi êrîş kirin. 
 
Jin, tevî hemû astengiyan li Kolana Misê kom bûn û dirûşmeyên “Ji jinên li Kurdistanê li ber xwe didin re hezar silav", “Ji Arinan heta Sibelan em dimeşin serkeftinê" û “Figen Yuksekdag rûmeta me ye" berz kirin. 
Jinan li vir daxuyanî da û êrişa polîsan şermezar kirin. Li ser navê jinan Ruya Kurtuluş daxuyanî da. Kurtuluş,  anî ziman ku tundî û êrîşa li dijî jinan berdewam dike û duh berdewam kir îro û sibê jî dê bidome. Kurtuluş, destnîşan kir ku li malê, li kolanê û li her derê jin rastî êrîşê tên. Kurtuluş, destnîşan kir ku lê çi dibe bila bibe ew dê mafê xwe biparêzin û êdî dê her tişt ne wekî berê be. Ji ber ku tevgera jinê heye. Têkoşîna jinê heye. Piştevaniya jinê heye."
 
Jinan piştî daxuyaniyê xwestin derkevin kolana Îstiklalê û dîsa rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan dîsa bi gaza xwezayî hatin û polisan li vir jin derb kirin. Jinên tevî hemû mudaxaleyan derketin kolana Taksimê dîwarên kolanan bi dowîzên rengê xemrî neqişandin û dawî li çalakiya xwe anîn.