AMED –Qeyûmên tayînî şaredariyên DBP`î hatin kirin, yeko yeko xebatên jinan rawestandin. Ev navendên ku ji aliyê baskên jin û ciwanan ê AKP`ê ve tê bikaranîn ya wek navendên marbirînê an jî wek kursên Qur`anê hatine veguhrandin.
92 qeyûm tayînî şaredariyên DBP`î hatin kirin. Karê qeyûman ê ewil ew bû ku navendên jinan ên girêdayî şaredariyan bigire. Li gor daneyên DBP'ê ji sala 2014`an heta pêvajoya ku qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin destketinên jinan û yên hedef hatine girtin ev in:
Şaredariyên DBP’î, piştî hilbijartinên herêmî yên 2014`an di warê xebatên jinan de hin biryar stendin û bi vî wî awayî di warê rêveberiyên herêmî de li cîhanê bûn model. Di bin banê şaredariyê de “meclîsên jinan ên şaredariyê”, ji bo xebatên meclîsê bi awayekî pratîk bi rê ve biçin “desteyên jinan” û “koordînasyonên jinan“ hatin hilbijartin. Her wiha ji jin û mêrên hilbijêr “komîsyonên wekheviyê yên jin û mêran” hatin avakirin. Di bin bane şaredariyê de “serokatiyên daîreyan ên polîtîkayên jinan”, “gerînendetiyên polîtîkayên jinan” û di bin banê van gerînendetiyan yekeyên “hêzdarkirina aboriya jinan”, “pêşvexistina perwerdehiya jinan” û “yekeyên têkoşîna li hemberî şidetê” hatin avakirin. Di bin banê şaredariyên bajarê mezin ên Amed û Wanê û şaredariyên Rezan û Akdenîzê de malên hêwirandinê hatin vekirin. Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê “Îstasyona Gava Ewil” û “Xeta Alo Şidetê” hatin vekirin. Her wiha di bin banê 43 şaredariyan de “navendên jinan” hatin vekirin.
Li gerînendetiyên polîtîkayên jina û navendên jinan li gor daxwazên jinan hin kurs hatin vekirin. Ji van kursan hin jê ev in; dirûtina merş û xaliyan, perwerdehiya zarokan, kuafortî, kompîtur, hewldanî, ajokarî, hesabgêrî, erbane, kişik, dramaya afirîner û hwd.
Li gel van kursan li gelek taxan û navendên jinan di warê zayenda civakiyî, tenduristiya jinê, pençeşêra rehîmê, pençeşêra pêsîran, rêbazên kontrola ducaniyê, menepoz, zewaca di temenên biçûk û bi darê zorê û hwd. de perwerdehî dihatin dayîn.
ABORIYA JINÊ HAT ZEXIMKIRIN
Di çarçoveya pêşvexistin û zeximkirina aboriya jinê de atolyeyên hilberandinê hatin vekirin. Li van atolyeyan sabûn, çandina bax û baxçeyan, çêkirina ava bacana, rîçal û hwd. hatin hilberandin. Her wiha jin firinên nan bi rê ve dibirin, bi bazarên semtan jin aboriya xwe xurt dikirin. Li ser daxwazan qadên şûştina xaliyan, kreş û malên tendûran hatin vekirin.
Her wiha kursên basketbol, voleybol, avjeniyê, kompleksên sporê yên jinan hatin vekirin.
30 HEVŞAREDAR GIRTÎ NE
Piştî qeyûm hatin tayînkirin hevşaredar jî hatin girtin û binçavkarin. Heta niha 70 hevşaredarên DBP’î girtî ne û ji vana 30 jê hevşaredarên jin in.
XEBATÊN LI DIJÎ ŞIDETÊ HATIN RAWESTANDIN
Piştî qeyûm hatin tayînkirin navendên jinan û malên hêwirandinê hatin girtin. Xebatkarên gerînendetiyên polîtîkayên jinan hatin girtin. Di vê çarçoveyê de li navçe û bajaran ku 43 navendên jinan hebûn, bi girtina wan re hemû xebatên li dijî şidetê hatin rawestandin.
GERÎNENDETIYÊN JINAN HATIN FESIXKIRIN
Jinên ku di bin banê şaredariyê de xebat bi rê ve dibirin ji kar hatin derxistin. Gerînendetiyên polîtîkayên jinan û navendên jinan hatin fesixkirin û bi gerînendetiya karên civakiyê ve hatin girêdan. Bi vî awayî hema bêje li hemû şaredariyan xebatên jinan hatin rawestandin. Kreşên bi zimanê dayikê perwerdehî didan hatin girtin û xizmeta bi zimanê dayikê hat astengkirin. Kreş tahsîs miftîtiyên bajar û navçeyan hatin kirin û paşê ew veguherandin kursên Qur`anê.
NAVEND TAHSÎSÎ JINÊN AKP`Î HATIN KIRIN
Her wiha niha navendên jinan ji aliyê baskên jin û ciwanan ên AKP`ê ve tên bikaranîn. Naveroka navendên jinan hat guherandin û wan veguherandin daîreyên marbirîn û kursên Qur`anê.
MALPER HATIN JÊBIRIN
Piştî qeyûm hatin tayînkirin, malperên şaredariyên DBP`î hatin jêbirin, wêneyên hevşaredarên DBP`î û hwd. hatin rakirin.
52 SAZIYÊN JINAN HATIN GIRTIN
Fealiyetên 52 saziyên jinan ên hatin girtin hatin rawestandin. Li gor daneyên DBP`ê saziyên ku di bin banê şaredariyan de dixebitîn û hatin girtin hin jê ev in:
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Navenda Lêkolînkirin û Sepandina Pirsgirêkên Jinan (DİKASUM)
Peyas: Ekin Ceren
Sûr:Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Amîdayê
Yenişehir: Navenda Jinê ya Rozayê
Bismil: Navenda Jinê ya Nûjînê
Licê: Navenda Jinê ya Nûjiyanê
Farqîn: Navenda Jinê ya Meyayê
Hênê: Navenda Jinê
Pasûr: Navenda Jinê ya Zozan Erenê
Şirnex: Navenda Jinê ya Zahideyê
Silopiya: Navenda Jinê ya Viyanê
Cizîr: Navenda Jinê ya Sitiya Zînê
Êlih: Navenda Jinê ya Selisê
Bedlîs: Navenda Jinê ya Dilanê
Mêrdîn: Navenda Jinê ya Arînê
Qoser: Navenda Jinê ya Nûdayê
Nisêbîn: Navenda Jinê ya Gulşîlavê
Dêrik: Navenda Jinê ya Peljinê
Kerboran: Navenda Jinê ya Çiçekê
Şemrex: Navenda Jinê ya Rewşenê
Xelfetî: Navenda Jinê ya Sarayê
Wêranşar: Navenda Jinê ya Berjin Amarayê
Wan: Navenda Jinê ya Rojinê
Riya Armûşê: Navenda Jinê ya Mayayê
Erdîş: Mala Piştevaniyê ya Jinê
Artemêtan: Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan
Miks: Navenda Jinê ya Miksê
Colemêrg: Navenda Jinê ya Binevşê
Çelê: Navenda Jinê ya Bervarê
Şemzînsn: Navenda Jinê ya Nûjinê
Gimgim: Navenda Jinê ya Savuşkayê
Dersim: Navenda Jinê ya Yaşamê
Bazîd: Navenda Jinê ya Sema Yuceyê
Sêrt: Navenda Jinê ya Berfînê
Akdenîz: Navenda Jinê ya Îştarê
MA / Semra Turan