‘Civîna Jinan a Tirkiye' bi dawi bû

  • jin
  • 16:25 6 Çile 2019
  • |
img
STENBOL - Jin duh ji çar aliyê Tirkiye li Stenbolê gihiştin hev û di roja duyemîn de hevdîtina wan bi dawî bû. Jin bi dirûşmeya “Hevditina Jinan a Tirkiye" gihiştin hev û li ser rêbazên têkoşîna hevpar niqaş kirin. 
 
Rêxistina 164 jinan û LGBTÎ+  bi banga "Jin Bi Hevre Bi Hêz in" duh li Stenbolê kom bûn. Jin di Hevdîtina Jinan a Tirkiye de li hev kom bûn û peyama li dijî tundiyê yekîtiya xwe xurt bikin dan. Jin, ji çar aliyên Tirkiye wekî Amed, Êlih, Îzmir, Hatay, Sansûn û gelek bajarên din tev li vê hevdîtinê bûn. Hevdîtina jinan 2 rojan li Navenda Hunerê ya Fûlya ya Beşiktaşê berdewam kir. Jinan li ser rojevê jinê niqaş dikin. Jinên ku li Stenbolê li hev kom bûn, bi hevre gelek civînan pêk anîn û li ser çareseriya pirsgirêkan niqaşan kirin. Endama DAKAP'ê Deniz Aktaş, Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Filîz Kerestecîoglu û Dilan Dirayet Taşdemir jî tev li civînê bûn. Civînê 2 rojan berdewam kir. Jinan di civîn û atolyeyan de bê navber dirûşmeyên “Bijî hevdîtina jinan" û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. 
 
Jinên ku 2 rojan li ser pirsgirêkên heyî niqaş kirin dê encamnameyê di rojên pêş de aşkere bike.