Sibê danişina doza Leyla Guven e

  • jin
  • 19:18 24 Çile 2019
  • |
img
AMED - Danişîna doza Hevseroka KCD'e Leyla Guven ku li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 78 rojin di grevê de ye dê sibê li Edliyeya Amedê bê dîtin. Guven di danişîna berê de diyar kiribû ku heta daxwazên wê yên der barê tecrîdê de pêk neye dê dernekeve danişînê. 
 
Danişîna doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê 78 rojin di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, dê sibê li Edliyeya Amedê bê dîtin. Guven, ku ji ber operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê rexne kir û aştî xwest di 22'ê Çileya 2018’an de hat binçavkirin û 9 rojan di bin çavan de mabû, di 31'ê Çileya 2018'an de hatibû girtin. Guven ku salek e girtî ye, der barê wê de 31,5 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Guven ku di hilbijartina 24'ê Hezîranê de wekî wekîla HDP'ê ya Colemêrgê hat hilbijartin, ligel hat hilbijartin û destnedayîna wê heye jî dîsa girtî tê darizandin. 
Guven piştî hat girtin, di 8'ê Mijdarê de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Guven, li ser SEGBÎS'ê tev li danişînê bû diyar kir ku di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dike. Guven ku 78 rojin di grevê de ye, dema dest bi grevê kir diyar kir ku heta tecrîd bi dawî nebe û pêvajoya çareseriya demokratîk dest pê neke dê çalakiya xwe berdewam bike. Guven, anî ziman ku heta hemû daxwazên wê pêk neyên dê dernekeve danişînê û û çalakiya xwe ya grevê berdewam bike. 
 
Guven, ku pişti roja 60'an pirsgirêkên wê yên tenduristiyê giran bû, herî dawî ji ber rewşa wê ya tenduristiyê giran bû nekarîbû derkeve hevdîtina parêzeran û keça xwe. Piştî Guven dest bi çalakiyê kir, di 12'ê Çile de birayê Ocalan Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û tenê 15 deqîqeyan hevdîtin bi Ocalan re kir. Lê Guven diyar kir ku bi vê hevdîtinê tecrîd bi dawî nabe û çalakiya xwe berdewam kir. Guven, destnîşan kir ku heta bi temamî tecrîd bi dawî nebe dê çalakiya xwe berdewam bike. 
 
Parêzerê Guven Serdar Çelebî, der barê danişîna sibê de agahî da û diyar kir ku muwekila wî ji ber rewşa tenduristiya wê giran e nikare bi parêzeran re hevditin bike û ji ber rewşa tenduristiya xwe ne pêkan e derkeve danişînê û parastinê bike. Prz. Çelebî anî ziman ku piştî ew dîsa biçe ziyareta Guven û pêre hevdîtin bike dê li gorî rewş û naveroka hevdîtinê encamek derkeve. 
 
Çelebî, destnîşan kir ku muwekila wî Guven di danişîna berê de diyar kiribû ku heta daxwazên wê yên der barê tecrîdê de pêk neyên dê dernekeve danişînê.
 
Sibê gelek parêzer, heyet û nûnerên rêxistinên demokratîk û parlamenterên HDP'ê jî dê tev li danişînê bibin.