'Li gelek welatan mafê pedê heye, li Tirkiyeyê çima tune'

  • jin
  • 10:15 4 Mijdar 2017
  • |
img

ENQERE - Avakara Tora Jinên Girtîgehê Derya Ata bal kişand ser gelek girtîgehên li cîhanê û aşkera kir ku li gelek girtîgehan mafê pedê ya bê pere didin jinan heye û da zanîn ku mafê peda bê pere divê li hemû girtîgehan bidin jinan.

Li gorî daneyên meha Hezîranê ya Wezareta Edaletê, di malên tevkîf û cezayan de 223 hezar û 451 girtî hene. Di van girtîgehan de hejmara jinên girtî di Hezîrana 2017'an de 9 hezar û 708 jin li girtîgehên li Tirkiyeyê tên giritn, di serî de alavên hîjyenîk di gelek waran de tengasiyan dikişînin. Tora Jinên li Girtîgehê, diyar kir ku di serî de mafê peda bê pere, divê gelek alavên paqijiyê bê pere bidin jinan, ji bo jiyanê bigirin bin ewlehiyê, kampanya dan destpêkirin û bal kişandin ser pirsgirêkên jinan ên li girtîgehan.
 
LI CÎHANÊ MÎNAKÊN WÊ
 
Li Tirkiyeyê ped di kantînên girtîgehan de bi pere tên firotin. Peda li gelek girtîgehan wekî mafekî tenduristiyê yê bê pere tê parastin, ji bo bê pere bidin jinên girtî, li gelek welatên cîhanê û li welatên Ewropayê mînakên wê hene. Li gorî daneyên sala 2012'an a Çavdêriya Girtîgehên Ewropayê; 
 
Li Fransayê jinên girtî mafên wan heye ku alavên paqijiyê bigirin. Heke jinên ku derfetên wan hebin (di nava mehê de hateya wan di binê 50 euroyî de be) îdareya girtîgehê bê pere alavên paqijiyê dide jinên girtî.
 
Li Polonyayê jî rojê herî kêm carekî mafê jinên girtî heye ku ava germ bigire û di heman demê de heftê de du caran mafê wê yê ava germ û serşoyê heye. Di heman demê de rêveberiya girtîgehê her meh alavên paqijiyê û cilên pêwîst ên hijyenîk dide jinan. Di heman demê de mehê 3 caran alavên paqijiyê tînin kantîna girtîgehê.
 
Li gorî qanûnên Portekîzê jî "Divê li ser pêwîstiyên jinên girtî bên rawestîn û ji bo van pêwistiyan pêşwazî bikin û jinên ku derfetên wan tune jî divê pêwîstiyên wan bên pêşwazîkirin."
 
‘JINÊN PEDÊ NABÎNIN ÇARŞEFÊ DIXEBITÎNIN’
 
Avakara Tora Jinên Girtîgehê Derya Ata destnîşan kir ku jinên girtî û LGBTÎ'yên li girtîgehan di çarçoveya mafê tenduristiyê de pirsirêkên bingehîn dijîn û aşkera kir ku ji gelek amûrên wekî ped, sabûn, şampuan û hwd. bê par in û wiha got: "Gelek jin û LGBTÎ ji ber ku malbatên wan ew mehrûm kirine, ji derve tu piştgiriyê nagirin, di girtîgehê de gelek tiştan bi derfetên xwe distînin. Ji ber ku hin derfetên wan tune ne, gelek tengasiyan dikişînin. Dîsa jinên ku bi zarokên xwe re dimînin, pirsgirêkên wan dibin du qatî. Dema pedê nabînin, an pembu an jî çarşefan dixebitînin. Ev rêbaz qet ne paqij e û bi xwe re gelek pirsgirêkan tîne."
 
Ata piştrast kir ku wan li ser medyaya civakî kampanya daye destpêkirin û di raya giştî de deng veda ye, li ser vê piştgiriyeke xurt jî girtine, ev mijar birine meclisê biryarên ku hatine girtin, ji bo wan erênî ye û wiha axivî: "Wekîlê AKP'ê Mehmet Metîner got ku ew ê mijarê ji Wezareta Edaletê re ragihîne. HDP'ê jî xwest butçeya Wezareta Edaletê di vê der barê de nirxandinekê pêk bîne. Her wiha CHP'ê jî xwest kampanya nezera partiyên siyasî de hêj zêdetir bê rojevê. Dîsa Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) jî piştrast kir ku di meha Kanûnê de dê raporekê aşkera bikin û dê li ser mijara pedê rawestşb."
 
Ata herî dawî anî ziman ku ew ê xebatên xwe dewam bikin û mijarê di rojeva raya giştî de bihêlin.