'Tekane rêya bilindkirina têkoşînê çalakî ne'

  • jin
  • 09:19 27 Sibat 2019
  • |
img

EDENE - Jinan, bilêv kir ku îktîdar bi bilêvkirina xwe ya mîlîtarîst cihêkarî û nefretê zêde dike û tekane rêya li dijî van polîtîkayan jî bi çalakiyan xurtkirina têkoşînê ye. 

Jin ji niha vê bênavber ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê dixebitin. Jinên saziyên rêxistinên civakî, partiyên siyasî û rêxistinên mafan ên li Edeneyê, destnîşan kirin ku di serdema hikûmeta AKP'ê de şideta li hemberî jiyanan zêde bûye û bal kişandin ser têkoşîna li hemberî polîtîkayên şidetê. 
 
Endama Platforma Jinê ya Edeneyê û Seroka EMEP'a Edeneyê Parêzer Sevîl Araci Bek, destnîşan kir ku sedema zêdebûna şidetê polîtîkayên hikûmetê ye. Bek, anî ziman ku hikûmet li dijî şidetê tevdîran nagire û her çend ji bo parastinê biryar hebin jî, dîsa jin tên kuştin. Bek, anî ziman ku di pêvajoya darizandinê de edalet ji bo jinan pêk nayê. 
 
'ÊRÎŞ BI DESTÊ DEWLETÊ TÊN KIRIN' 
 
Bek, diyar kir ku êrîşên li hemberî jinan bi destê dewletê tên kirin û got: "Wezîr Soylû, der barê bûyera Merve Demîrel ku polîsan ew taciz kir got 'Em ê li dadgehê hev bibînin. Di dest me de belgeyeke wisa heye ku wê kesên ji ewladê me re dibêjin tacizkar bibînin.' Wezîr Soylû, ji bo taciza li ber kamerayan hat kirin dibêje 'berê hatin hişyarkirin, piştî nesekinîn mudaxile hat kirin.' Wezîr, xwest bi van gotinan ser bûyerê bigire. Bi vê jî nema, gef li jina hat tacizkirin û kesên wê kirin rojev jî xwar. Belgeya wê li holê ye, lê belê wezîr tê kesê taciz dike diparêze. Ev nîşaneya helwesta dewletê ya li hemberî jina ye. Ev bilêvkirin, li hemberî jinan bilêvkirineke nefretê ye. Em vê yekê şermezar dikin." 
 
'EM Ê ÇALAKIYAN MEZIN BIKIN' 
 
Bek, destnîşan kir ku wê jin li dijî polîtîkayên îktîdarê û şidetê bitêkoşin. Bek, anî ziman ku ew bi piştevaniya jinê têkoşînê bilind dikin û tekane rêya bilindkirina têkoşînê mezinkirina çalakiyan e. Bek got: "Em naxwazên li cîhaneke ku jin ne xwedî mafên wekhev in û bi şidetê re rû bi rû dimînin bijîn." Bek, diyar kir ku ew ê bi boneya 8'ê Adarê di 10' Adarê de çalakiyan li dar bixin û ji bo beşdarbûyînê bang li hemû jinan kir. 
 
‘EM Ê BI SER BIKEVIN' 
 
Sekretera Darayî ya Şaxa Egîtîm Sen a Edeneyê Seher Kiliç jî, diyar kir ku îktîdar bi zimanekî mîlîtarîst cihêkarî û nefretê zêde dike. Kiliç, anî ziman ku cinayetên jinan polîtîk in û got: "Di serdema vê îktîdarê de navê jinê tune ye." Kiliç, xwest divêtiyên Peymana Stenbolê û pêk bên û bertek nîşanî daxuyaniyên Wezîr Soylû yên der barê kesên tacizê dikin. Kiliç, anî ziman ku polîtîkayên şer ji bo jinan tê wateya xizanî, şidet, koçberî û cihêkariyê û divê dawî li van polîtîkayan bê. Kiliç got: "Divê şert û mercên jiyaneke wekhev û azad bên peydakirin. Em mafdar in û em ê bi ser bikevin." 
 
‘EM TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN' 
 
Berdevka Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD'a Edeneyê Baran Oner jî, destnîşan kir ku di serdema hikûmeta AKP'ê de êrîşên li hemberî jinan û şidet zêde bûye û sedema vê jî polîtîkayên AKP'ê ne. Oner got: "Divê jin li dijî êrîşan û van polîtîkayan tevî platform û komeleyan têkoşînê bilindtir bikin." 
 
MA / Hamdullah Kesen