Wê jin ber bi Qada Azadiyê ya Bakirkoyê ve biherikin

  • jin
  • 09:12 1 Adar 2019
  • |
img

STENBOL  – Jin bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, wê di 3'yê Adarê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngekê pêk bînin. Jin, ji niha ve amadekariyên mîtîngê dikin. Parlementera HDP'ê Zuleyha Gulum, bang li jinan kir û got: "Bila tecrîd rabe, aştî çêbibe; em li vira ne, em ê kuçe û qadan neterikînin." 

Jin dê di 3'yê Adarê de, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi dirûşmeya "Ji bo azadiya xwe em li ber xwe bidin; li dijî krîz, şer û şidetê em li qada ne" li Qada Azadiyê ya Bakirkoya Stenbolê mîtîngekê pêk bînin. 
Jin wê di çalakî û mîtîngên 8'ê Adarê de bal bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven hatiye destpêkirin. Wê ji xeynî Stenbolê li Kocaelî, Edîrne û Tekirdagê jî jin çalakiyan li dar bixin. 
 
MEŞA ŞEVÊ YA FEMINÎST 
 
Jin ji xeynî mîtîngan dê di 8'ê Adarê saet di 19.30'an de jî li ber Navenda Çandê ya Fransî ya Taksîmê bicivin û Meşa Levê ya Feminîst a 17'an li dar bixin. Piştî daxuyaniyê wê jin li ber stranên Rîtîf Kolektîfê jî bên cem hevdu. 
Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, çalakiyên wê bên lidarxistin nirxandin.  Gulum, destnîşan kir ku ji ber jin serî li ber polîtîkayên îktîdarê natewînin hedef tên girtin û got: "Bi qeyûman pergala me ya hevserokatiyê û saziyên jinan hedef hatiye girtin. Lê em ê tu carî dev ji destkeftiyên xwe bernedin û em ê nebin jina maqûl ku AKP dixwaze biafirîne. Em ê li her qadê bin û niha em ji bo 8'ê Adarê amadekariyên xwe dikin." 
 
‘BILA TECRÎD RABE AŞTÎ ÇÊBIBE' 
 
Gulum, bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û çalakiyên li girtîgehan didomin. Gulum, bilêv kir ku ji bo li welat rê li ber aştî û demokrasiyê vebe, bi taybetî jin di greva birçîbûnê de ne. Gulum, destnîşan kir ku heta polîtîkayên şer û mîlîtarîst dewam bikin wê qadên jiyanê ên jinan teng bibin û got: "Li kuçeyan û li malê polîtîkayên şidetê yên mêrî zêde dibin û dewlet jî piştgiriyê dide vê şidetê. Bi taybetî zext û zoriyên li ser jinên di nav têkoşîna azadiyê ya jina kurd de cih digirin zêde dibin. Di demên dawî de polîsan hevalek jin taciz kir û îktîdar ev yek parast. Her wiha veberhênaniya ji bo çekan herî zêde jinan xizan dike. Li vî welatî daxweza ji bo aştiyê ya jina ye jî. Loma wê di 8'ê Adarê de daxweza me ev be; bila tecrîd rabe, aştî çêbibe." 
  
‘WÊ JIN BI DAXWAZÊN XWE LI QADAN BIN' 
 
Gulum, bal kişand ser daxwazên jinan ên îsal û got: "Em ê careke din bilêv bikin ku em ê destûrê nedin îstismarkirina zarokan, qanûna efûkirina kiryaran, rakirina nafaqayê an jî kêmkirina wê. Em ê dev ji destkeftiyên xwe bernedin. Em ê nehêlin di bin navê parastina malbatê de devjihevberdanê asteng bikin û me bikin mehkûmê şidetê. Em ê qeyûman bişînin û destkeftiyên xwe pêk bînin. Zilam ne edalet e, em ê doza edaleta rasteqîn bikin. Em ê nehêlin li ser bedena me, nasname û keda me gotineke dewleta zilamî hebe. Em ê li hemû qadên jiyanê bitêkoşin; li malê, li kar, li kueçyan, li meclîsê." 
 
BANGAWAZΠ
 
Gulum ji bo mîtînga 3'yê Adarê bang li hemû jinan kir û got: "Helbet heta 8'ê Adarê em ê çalakiyên cur bi cur li dar bixin. Têkoşîna jinan bi çend rojan nayê sînordarkirin. Em tim têdikoşin. Bi taybetî civîna me ya meha Çileyê ya Jin Bi Hev Re Hêzdar in, pir girîng bû. 8'ê Adarê jî ji bo me ew e ku em têkoşîna azadiyê ya jina û feminîstan bilind bikin. Em ê di 3'yê Adarê de bibêjin 'em cîhaneke bê şidet û şer dixwazin, bila tecrd rabe aştî çêbibe, em li vira ne, em ê kuçe û qadan neterikînin." 
 
MA / Necla Demir