Jinên Amedî berxwedan Guven silav kirin

  • jin
  • 16:10 2 Adar 2019
  • |
img
AMED - Komeleya Jinan a Rosa bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li salonek dawetê ya Peyasê şahiya muzikê li dar xist. Seroka Komeleyê Adalet Kaya, Leyla Guven û girtî silava kirin û got: "Em piştgiriyê didin berxwedana ji bo şikandina tecrîdê
 
Komeleya Jinan a Rosa bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li salonek dawetê ya navçeya Peyas a Amedê şahiyekê muzikê li dar xist. Endamên Komeleya Jinan a Rosa, Namzetên Hevşareariyên HDP'ê yên Amedê, Aktistên Tevgera Jinên Azad (TJA)  û endamên Platforma Jinan a Dicle Amed (DAKP) beşdarî şahiyê bûn. Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya axaftina vekirinê kir û wiha got: "Ji bo em moral bidin hevdu me organizasyonek wiha çê kir. Îro li ser erdnîgariya me tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan di rojevê de ye. Ev tecrîd bi taybet li ser jinan tê kirin. Em têkoşîna Leyla Guven û rêhevalên wê ya li dijî tecrîdê slav û pîroz dikin. Em hemû stranên xwe ji bo wan dibêjin."
 
Hunermenda Kurd Rewşen Çelîker dûre bi Kurdî, Tirkî û Ermenî stran gotin. Şahiya jinan bi gerandina guvendê bi dawî bû.