Ji bo Leyla Guven nepox firandin

  • jin
  • 16:27 2 Adar 2019
  • |
img
ÎZMÎR- Meclîsa Jinan a Îzmîrê, ji bo Leyla Guven û hemû girtiyên jin ên digreva birçîbûnê dene, nepox firandin.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Îzmîrê, ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê Leyla Guven a 115 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye û hemû girtiyên jin çalakiya firandina nepoxan pêk anî. Jinên ku li ber Navenda Çanda Turkan Saylan a Semta Alsancak a Konakê kom bûn, dirûşmeyên “Em ne  şer aştiyê dixwazin” û “Leyla Guven rûmeta  me ye” berz kirin. 
 
NEPOXÊN SPÎ FIRANDIN ASÎMANAN
 
Semra Ûzûnok li ser navê jinên nepoxên spî û xemrî kiribûn destên xwe de axivî û wiha got: “Emê li dijî şer û kedxwariya jinan di 8’ê adarê de li qadan bin. Em dibêjin di şexsê Leyla Guven de, bila hemû girtiyên di greva birçîbûnê de bijîn. Em naxwazin kes bimire. Hem hemû bi rengên xwe bi hevre azd bijîn.”
 
Piştî axaftina Ûzûnok, jinan dirûşme û tilîlî berz kirin û nepoxên spî û xemrî firandin asîmanan.