'Em ê di 8'ê Adarê de deng bidin dengê Leylayê'

  • jin
  • 09:09 4 Adar 2019
  • |
img

ENQERE - Endama MYK'ê ya SKM'ê Nadiye Gurbuz diyar kir ku jin li Tirkiyeyê tên tecrîdkirin û di 8'ê Adarê de rojeva wan sereke tecrîd e, wê xwedî li çalakiya Leyla Guven derkevin û deng bidin grevên birçîbûnê. 

Ji 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re 4 roj man. Rêxistinên jinan di vê çarçoveyê de lez dan xebatên xwe. Endama Desteya Rêveberiya Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Nadiye Gurbuz bal kişand ser 8'ê Adarê û jinan vexwend qadên 8'ê Adarê. 
 
Gurbuz got ew ê wek her sal li her devera cîhanê jin dakevin qadan û dê berxwedan û têkoşîna jinan bê silavkirin. Gurbuz da zanîn ku li gelek devaran grevên kar hene û wê wek jinên Tirkiyeyê van grevan silav bikin û desteka xwe ragihînin. 
 
‘EM Ê DI 8'Ê ADARÊ DE DENG BIDIN DENGÊ LEYLAYÊ' 
 
Gurbuz destnîşan kir ku daxwaz û armanca Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û jinên girtî li her çalakiyên 8'ê Adarê dê di rojeva wan de cih bigirin û got: Leyla Guven jinek hêzdar e. Hevrêyek gelek bi îrade ye. Ji bo Jin Leyla bi tenê nehêlin gelek girîng e. Leyla Guven girîngiyê dide piştgirî û dengderxistina jinan û têkoşîna wan. Leyla Guven gelek ked daye têkoşîna jinan. Divê beriya her tiştî jin deng bidin dengê Leyla û xwedî li daxwaza wê derkevin. Em ê di 8'ê Adarê de deng bidin dengê Leylayê. Ji ber ku daxwaza wê hiqûqî û rewa ye. Li ser daxwaza hemû gelan tecrîdkirina Birêz Ocalan rojeva me ya bingehîn e."
 
'JIN BI DESTÊN DESTHILADARIYÊ TÊN KUŞTIN' 
 
Gurbuz anî ziman ku li Tirkiyeyê û cîhanê desthilatdariya rastgir zêde dibe û got: "Li Tirkiyeyê û cîhanê şideta li ser jinê pirsgirêka herî bingehîn e. Li her deverê cîhanê jin bi şidetê re hevrû dimînin. Jin tên kuştin û ev jî bi desteka îktîdaran pêk tê. Destilatdar paşverû dibin û dibin rastgir." Gurbuz diyar kir ku krîza aborî bandorek neyînî li ser jinan dike û li gelek deveran jin li dijî krîzê derdikevin û li ber xwe didin. 
 
MA / Dîren Yurtsever