Dayik Yuksel Koç: Tecrîd rabe wê hesreta min a 30 salan jî rabe

  • jin
  • 10:52 5 Adar 2019
  • |
img

STENBOL  - Dayika Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç ê li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye, Mîhrîban Koç a 88 salî, diyar kir ku 30 sal in kurê xwe nedîtiye û got:  "Ger tecrîd rabe, wê hesreta min a 30 salan jî bi dawî bibe." 

Dayika Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç ê li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye, Mîhrîban Koç a 88 salî, der barê çalakiya grevê û tecrîdê de, ji nûçegîhana ANF'ê Zeynep Kuray re axivî.  Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêbrê PKK'ê Abdullah Ocalan 14 aktîvîst û siyasetmedar li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 79 roj in di greva birçîbûnê ya bêdorveger de ne û rewşa wan a tenduristiyê roj bi roj nebaş dibe. Yek ji van siyasetmedaran ku rewşa wî ya tenduristiyê krîtîk e, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç e. Dayika Koç Mîhrîban Koç tevî emrê xwe yê dirêj, ji bo piştgiriyê bide kurê xwe li Stenbolê li nava konsolosxaneyan digere. Kurê Mîhrîban a 88 salî, Yuksel Koç ji ber zext û zora dewletê li Ewropayê bûye penaberê siyasî. Mîhrîban 30 sal in kurê xwe nedîtiye, ji ber zexta cerdevaniyê sala 1993'an bi hevser û zarokên xwe ji gundê xwe yê Erdexanê koçî Stenbolê kir.
 
'50 SAL IN EV ZILM LI ME TÊ KIRIN'
 
Mîhrîban Koç, anî ziman ku dema ku xezûrê wê extiyar sê caran hate binçavkirin û êşkence lê kirin, Yuksel zarokekî biçûk bû û wiha got: "50 sal in ev zilm li me tê kirin. Xezûrê min dema ku 3 caran hate binçav kirin û êşkence lê kirin, 97 salî bû. Ji wê rojê û vir ve ji bo me tiştek nehatiye guhertin. Em li Erdexanê malbateke naskirî bûn. Xezûrê min reîsê eşîrê ya jî axa nebû. Lê mal û milkên xwe hebû. Ji ber zilma dewletê her yek ji me belavî cihekî bû. Hinek jê li Ewropayê, hinek li gund, hinek jî li Stenbolê bi cih bûn. Hevserê min bi derd û hesreta ku kurê xwe bi salan nedîtiye jiyana xwe ji dest da." 
 
'BARIYEK DI QIRIKA MIN DA NAÇE XWAR'
 
Mîhrîcan Koç dema qala kurê xwe kir, rondik ji çavên wê hatin xwar û wiha got: "Ji dema ku kurê min birçiyek xwarin di qirika min de neçûye xwar. Her roj ji bo nifşê nû vê êşê nejîn dua dikim. 10 roj in bi telefonê bi kurê xwe neaxî me. Pirsgirêkên tenduristiyê yên Yuksel hene, ji cegera xwe nexweş e. Xwezî tişta li wî tê bihata serê min. Divê saziyên mafên mirovan û welatên Yekîtiya Ewropayê bikevin nava liv û tevgerê." 
 
'TECRÎD BI DAWÎ BIBE AŞTÎ JÎ WÊ BÊ' 
 
Mîhrîban Koç, da zanîn ku bi tecrîda li Îmraliyê re her kes tecrîdkirî ye û wiha lê zêde kir: "Dema ku tecrîdkirina Apo biqede wê her kes ji tecrîdê rizgar bibe. Wê bêhn bê ber her kesî û aştî wê were. Eger îro nikarim kurê xwe bibînim, ev jî tecrîd e. Eger yek neçar dimîne dest ji cih û warê xwe berde û biçe Ewropayê ev jî tecrîd e. Ez heta dawiyê bi kurê xwe re ye me. Bang li her kesî dikim ku bi berpirsyarî rabin. Em dixwazin bi lez tecrîd rabe. Dema ku Abdullah Ocalan malbat û parêzerên xwe dît, hingî em ê pê bawer bin ku ji bo rakirina tecrîdê gavek hatiye avêtin. Eger tecrîd rabe wê hesreta min a 30 salan jî bi dawî bibe."
 
'TECRÎD 81 MILYON KESÎ ELEQEDAR DIKE'
 
Birayê Yuksel Koç Vûral Koç jî anî ziman ku ji bo dîtina kekê xwe wî 3 caran serî li Konsolosxaneya Elman a li Stenbolê daye, lê daxwaza wî ya vîzeyê nehatiye qebûlkirin. Koç diyar kir, tecrîd ne tenê Kurdan eleqedar dike, 81 milyon mirovên li Tirkiyeyê eleqdar dike û got, malbata wan heta dawiyê li pişt kekê xwe ye. Koç anî ziman daxwaza ji bo rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye û got, "Her kêlî gelekî girîng e." Koç bang li her kesî kir ku bêyî dereng bikevin xwedî li vê berxwedanê derkevin.