Jin bi rengê xwe li Qada Îstasyonê ne: Leyla Guven rûmeta me ye

  • jin
  • 13:51 8 Adar 2019
  • |
img

AMED – Jinên Amedi bi boneya 8’ê Adarê bi dirûşma “Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin û jin di grevê de ne” herikîn Qada Îstasyonê. Jinan berxwedana Leyla Guven a 121 roj in di greve de ye silav kirin.  

Platforma Jinan a Dîcle Amed (DKAP) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Qada Îstasyonê mitîng li dar dixe. Mitînga bi dirûşma “Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin û jin di grevê de ne” tê lidarxistin dest pê kir. Jin li Kolana Gevran a li Semta Ofîsê kom bûn û bi dirûşm û erbane û pankart û rengên xwe meşiyan Qada Îstasyonê. 
 
Jin bi fîstanên xwe yên rengîn meş li dar xistin û pankarta “Dest nede beden amin” vekirin. Polîsan li nokteya lêgerînê jinan rawestand û dest danî ser pankarta wan. Tevî astengiyan jî jin bi kortej û lîlandinê ketin qadê. Ji gelek bajarên dordorê jî jin ji bo mitîngê hatin qadê. 
 
Jinan di meşê de û li qadê bi dirûşma “Leyla Guven rûmeta me ye” çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 121 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan li ber xwe dide silav kirin. 
 
Jin li qadê li ber muzîkê govend digerînin û bênavber dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zîndanan” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Mitîng bi axaftinan didome.