Jinên meşa wan hat astengkirin: Berxwedana jinan wan ditirsîne

  • jin
  • 13:33 9 Adar 2019
  • |
img

STENBOL - Duh bi şev li Taksîmê, “17’emîn Meşa Şevê ya Femînîst” hat astengkirin û polîsan êrîşî jinan kirin. Ji jinên bertek nîşanî êrîşê dan Zelîha Bal, diyar kir ku yên tên qetilkirin ewin û yên tên qedexekirin jî ewin. Hulya Karaosmanoglu jî, da zanîn ku ji ber jin li ber xwe didin, rastî êrîşan tên.

Jinan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê duh bi şev li Taksîmê, xwestin bi dirûşmeya “Ev îsyana  femînîzmê ye”  “17’emîn Meşa Şevê ya Femînîst” li dar xibin. Jinên ku li ber Navenda Çanda Fransiz kom bûn û xwestin heya Tunelê bimeşin rastî astengiya polîsan hatin. Mudaxile û astengiya polîsan rastî bertekên mezin hatin.  Jin
 
Bi hezaran jinên li ber Navenda Çanda Fransiz kom bûn, li gel hemû astengiyan jî, bi lêxistina çepikan, berzkirina tilîlî û dirûşmeyan, pîzpîzik û defan, heta derengiya şevê helwestan polîsan şermezar kirin. Jinên ku peyamên “Em bêdeng nabin, em natirsin, îtaet nakin” û “Bi şev û roj em ê qadan terk nekin” dan, ligel mudaxileya bigaz û guleyên plastîk jî, gotin “Em hene.” Jinên ku Taksîm bi rengên xwe xemilandin, ligel hemû êrîşên polîsan jî, bi berxwedana xwe, bîra mirovan de cih girt. 
 
Esîn Demîr, diyar  kir ku Taksîm li jinan girtin, ne tiştek şaşwaze û wiha axivî: “Tirkiye bi faşîzmê tê birêve birin û li hemû qadên faşîzm lê heyî, mudaxileyên wisan hene. Lê ligel hemû tiştî jî emê ji qadan dernekivin. Di 25’ê Mijarê de jî heman tişt kirin. Îro li dijî pirsgirêkên li Tirkiyeyê tên jiyîn grevên birçûbûnê hene. Dê berxwedana me berdewam bike.”
 
‘BI HÊVIYEK MEZIN HATIBÛM MEŞÊ’
 
Esîn Bayrali jî, anîziman ku ew pir bi hirse û wiha axivî: “Bi hêviyek mezin beşdarî meşa şevê ya li Taksîmê bûm. Di hûndirê min de hêviyek hebû. Lê niha ev hêvî veguneriye hirsê. Bi qedexe kirina meşe, ne tenê peyam dan jinan, di heman demê de peyam dan hemû bindestan. Ji me re gotin gavekê paşde bimînin. Lê em jin li kolan û koçeyane.”
 
‘YÊN TÊN QETILKIRIN EMIN Û YÊN TÊN QEDEXEKIRIN JÎ EMIN’
 
Zelîha Bal jî, da zanîn ku Taksîm lî hemû beşên mûxalîf hatiye girtin û wiha bilêv kir: “Li gorî min ev rezîltiye. Rejîma siyasî encex vê bike. Ji xwe dijminê jinane. Li ser vê erdnîgariyê jiyîn ji bo jinan pir zore. Yên tên qetilkirin emin û yên tên qedexekirin jî emin. Yên em dikujin jî ewin. Wisan xuya dike ku desthilatdarî ji jinan pir ditirse. Em jin birêxistinkirîne, bi hevre ne û hev baş fêm dikin.”  
 
‘DÎMENÊN PIR XERAB BÛN’
 
Canan Bûdak jî, dest nîşan kir ew ji Antalya ji bo meşê hat Stenbolê û wiha got: “Min kurê xwe bi xwe re anîbû. Em rastî dîmenên pir xerab hatin. Desthilatdariyê serweriya xwe li ser Stenbolê daniye. Ji ber vê dîmenên wiha mirov şaşwaz nakin. Çi dibe bila bibe jin dê qadan terk nekin. Emê bibin dengê hebûna xwe. Emê tu carî dest ji rêya xwe bernedin.” 
 
‘EM NATIRSIN Û ÎTAET NAKIN’
 
Derya Bîngol jî, diyar kir ku carek din derket holê ku desthilatdarî ji berxwedana jinan ditirse û wiha got: “Li dijî van hemû êrîşan, emê tim bêjin, em natirsin û emê îtaetê nekin.” 
 
‘JIN JIYANÊ AVA DIKIN’
 
Nûrhayat Alay jî, bi van gotinan bertek nîşanî êrîşa polîsan da: “Em di pêvajoyek pir tarî re derbas dibin. Îsal bi hezaran jin rastî tacîz û tecawîzê hatin. Qet nebe me xwest em bibin dengê wan. Ji xwe têkoşîna jinan berdewam dike. Em hemû vê dizanin. Divê jin li her qadê bijîn û bidin jiyîn. ji ber ku jin jiyanê ava dikin.”
 
‘JIN LI BER XWE DIDIN’
 
Hulya Karaosmanoglu jî, da zanîn ku bi vê êrîşê xwestin tevlîbûna jinan a meşê kêm bikin û wiha bilêv kir: “Ji ber ku jin li ber x we didin, rastî êrîşan tên.” 
 
MA / Necla Demîr – Sadiye Eser