‘Em dê li dijî kedxwariyê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin’

  • jin
  • 09:22 9 Mijdar 2017
  • |
img

MÛGLA – Endama EVEKSEN’ê Gulsum Nazlioglû, anî ziman ku ji bo êdî keda jinê neyê xwarin ew ê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin. 

Ji Tirkiyeyê 2 jin li Ewropayê beşdarî civîna Tora Piştevaniyê ya Jinên li Malan Dixebitin a HomeNetê bûn û piştî civînê xebatek hat destpêkirin û îro ev xebat veguherî Sendîkaya Jinên li Malan Dixebitin (EVEKSEN) ku bi sedan jin di bin banê wê de xwe birêxistin kirine. Li sendîkayê tevî rêxistinbûyînê xebatên atolyeyê jî tên kirin û jin berên xwe li bazaran difiroşin. Jinên ku di bin banê sendîkayê de xebatên xwe bi rê ve dibin, ji bo mafên xwe tên di xebatên malan de tên binpêkirin bi dest bixin têdikoşin. Endamên EVEKSEN’ê behsa şert û mercên xebatê kirin. 
 
Endama sendîkayê Gulsum Nazlioglu (55) diyar kir ku dema tê gotin jinan kedkar, divê kesên ku di navbera 08.00-17.00’an de dixebitin neyên bîra mirov. Nazlioglu, got ku bi saya xebatên atolyeyê jin hatine gel hev. Nazlioglu, diyar kir ku ji qada xebatê bigire heta tenduristî û ewlehiya kar di gelek qadan de xebatên wan ên atolyeyê hene. Nazlioglu got ku wê hejmara wan zêdetir bibe. 
 
WÊ JIN, ŞER Û REDA WIJDANÎ NÎQAŞ BIKIN 
 
Nazlioglu, anî ziman ku ew ê heta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li Hemberî Jinê ew ê bi jinên li herêmê re bên gel hev. Nazlioglu, dest nîşan kir ku ew ê mijarên jin-şer û jin-leşkeriyê nîqaş bikin. Nazlioglu, got ku tevî şideta li hemberî jinê ew ê mijarên wek reda wijdanî jî nîqaş bikin. Nazlioglu, dest nîşan kir ku bi taybetî ew ê ji jinên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn, bibêjin ku meseleya heyî tenê ne ya kurdan e. Nazlioglu got ku wê di warê înfazên bê daraz, aboriya jinê, jinbûyîn, şidet, karkeriya zarokan û gelek warên din de nîqaşan bikin. Her wiha Nazlioglu got ku ew li taxan jî xebatên rû bir û dimeşînin. 
 
Nazlioglu got ku ew ê tevlî çalakiyên ku dê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bên lidarxistin jî bibin û ji bo keda jinê neyê xwarin ew ê li qadan bin. Nazlioglu wiha got: “Jin tim îradeyek e. Tim têkoşer e. Jiyana jinê girîng e. Tu bi jinekê dest pê dikî, paşê wek gulokekê têkoşîna jinê mezin dibe û dibe em.” 
 
Dûriye Çetînera 54 salî ku wek jineke ku sewalvanî dikir bû endamê sendîkayê, anî ziman ku dewlet li hemberî xebatên bêewlehiyî xwe li nedîtiyê datîne. Çetîner got ku bêdengiya dewletê ji bo jinan tê wateya şidetê. Çetîner diyar kir ku bi têkoşîna jinê re keda jinê tê berbiçavkirin û sekna jinan pêşerojê diyar dike.