'Wê hilbijartin bibe dengê grevên birçîbûnê'

  • jin
  • 11:09 28 Adar 2019
  • |
img

AMED - Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan, diyar kir ku jinan di Newrozê de careke din ji pergala heyî re gotiye "Na" û wê hilbijartina 31'ê Adarê bibe dengê çalakiyên greva birçîbûnê. 

Aktivîstan Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokka, pîrozbahiyên Newrozê nirxandin. Gokkan, anî ziman ku di Newroza îsal de jin bêtir derketin pêş û jin bi ruhê 8'ê Adarê tev li Newrozê bûne û nîşan dane ku ew li dijî tecrîdê derdikevin û xwedî li destkeftiyên xwe derdikevin. Her wiha Gokkan, diyar kir ku beşdarbûyîna jinan a ji bo pîrozbahiyên Newrozê wê xwe di hilbijartina 31'ê Adarê de jî nîşan bide. 
 
Gokkan, destnîşan kir ku di sedsala 21'an de rola jinê veguheriye roleke pir girîng û got: "Li Tirkiyeyê pergala faşîst a AKP-MHP'ê pêşî dest daniye ser destkeftiyên jinan. Wê jin di vê hilbijartinê de dengê xwe bilind bikin û wê helwesta xwe ya li hemberî feraseta faşîst nîşan bidin." 
 
Gokkan, destnîşan kir ku tecrîd li dijî saziyên jina ye û got: "Leyla Guven hem jin, hem dayik, hem kurd û hem jî parlementer e. Ev nasnameyên wê hemû tên tecrîdkirin. Leyla Guven, bi tena serê xwe destpêkek e. Berxwedana li zindanan herikî qadên Newrozê. Çimkî ev berxwedan bi pêşengiya jinan dest pê kir û berxwedaneke ku ji 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve herikî. Li Tirkiyeyê niha 206 zanîngeh û zêdetirî 400 girtîgeh hene. Îktîdar qîma xwe bi vê nayne, dibêje ew ê 380 girtîgehên din jî ava bike. Weada îktîdarê ya ji bo jinan, avakirina zinadana ye. Tevlîbûna jinan a pîrozbahiyên Newrozê, di heman demê de tevlîbûna li dijî tecrîdê xwedîderketina li destkeftiyên xwe ye. Her wiha li hemberî îktîdara heyî, bersiva ku ew pergala heyî qebûl nakin û ji vê pergalê re dibêjin 'na' ye." 
 
'DENG NEDIN ÎTIFAQA AKP-MHP'Ê' 
 
Gokkan, diyar kir ku di serdema AKP-MHP'ê de şideta li ser zarokan ji sedî 400 û ya li ser jinan jî ji sedî 100 zêde bûye û got: "Her wiha li gel vê red û înkar jî pir zêde bû. Nêviyê civakê jin in û eger ev nêvî ji vê pergalê re bêje na, wê jin bêtir azad bibin. Ji bo ji îtifaqa AKP-MHP'ê re bêjin na li herêmê îtifaqa Kurdistanî hat çêkirin. Cara ewil ew li Tirkiyeyê ev tê gotin; 'Deng nedin îtifaqa AKP-MHP'ê. Ji xeynî îtifaqê hûn dengê xwe didin kê bidin.' Her dengek li dijî vê pergalê, li dijî tecrîd, cinayetên jinan, taciz û tecawizê ye. Loma di rêveberiyên herêmî de serketina me, ji bo me tê wateya qada têkoşîn û berxwedanê. Divê jin dengê xwe bidin û xwedî li saziyên xwe derkevin." 
 
'QEYÛM DAGIRKERIYA SEDSALÎ YE' 
 
Gokkan ji bo pergala hevserokatiyê jî diyar kir ku pergala jiyana wekhev a jin û zilam e. Gokkan, bal kişand ser tayînkirina qeyûman jî û got: "Ev hilbijartin tenê ne meseleya qeyûman e. Niha li Rojhilata Navîn di Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de, careke din serdestiya zilam li ser jiyana jinê wekî amûreke çewsîner tê bikaranîn. Ev qeyûm e. Yanî mesele ne nelirêtiyên wan e, pirsgirêk bi xwe ye. Qeyûm, dagirkiriya sedsalî ne. Di vê hilbijartinê de ya girîng, birêvebirina bajar û warên xwe ye." 
 
'WÊ HILBIJARTIN BIBE DENGÊ GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ' 
 
Gokkan, destnîşan kir ku îktîdara AKP'ê dijminahiya jinan dike û got: "Em bang li her kesî dikin, divê roja hilbijartinê jin xwedî li sindoqan derkevin û li kuderê dibin bila bibin divê dengê xwe bilind bikin. Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bang li aştîxwaz û demokrasîxwazan dikim; eger tecrîd neyê şikandin wê civak belav bibe, loma divê em derî bi derî bigerin û her kesî hişyar bikin. Ancax bi vî awayî em dikarin li dijî faşîzmê bi awayekî xurt li ber xwe bidin. Leyla Guven gotibû, 'Ne birçîbûnê, wê bêdengî min bikuje.' Faşîzma AKP-MHP'ê bi zanebûnî xwe li bêdengiyê datîne, lê belê wê ev hilbijartin bibe dengê çalakiya greva birçîbûnê." 
 
MA / Esra Solin Dal