Ji bo dîktatoran xetereya mezin: Jin, azadî û têkoşîn

  • jin
  • 09:35 15 Mijdar 2017
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Têkoşîna xwişkên bi navê Xwûşkên Mîrabal (Minminîk) ku dîktatoriya Trujîllo hilweşandibûn, heta roja îro ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî. Jinên li Tirkiyeyê jî dê di roja 25'ê Mijdarê ya ku Minminîk hatin qetilkirin de bi dirûşmeya "Em ê li ber dewleta nêrza serî netewînin, em dest ji jiyan û têkoşîna xwe bernadin" dakevin qadan.

Dîroka mirovahiyê bûye şahidê gelek komkujiyên bê rehm ên dîktatoran. Ji van dîktatoran yek jî Rafel Trujîllo ye. Trujîlloyê bi derbeya leşkerî hat desthilatdariyê, destpêkê bi referandûmê serokatiya dewletê kir, piştre polîtîka jî da ber lîderiya leşkerî, 31 salan Komara Domînîkê bi rê ve bir.
 
Heta Trujîllo li desthilatdariyê bû çîna bûrjûvayê piştgiriya wî kir. Ji ber ku difikirîn ku Trujîllo piştgiriyê dide aboriyê û di pêşketinê de bi hêz e û xizmeta binesaziyê dide. Ji ber vê çîna burjuvayî ji hemû hovîtî, kumkujî û dîktatoriya vî kesî re dengê xwe dernexist. Lê ji ber nelêrêtiyê aboriya welat paşde çû û pêşî li pêşketinê girt. Kesên ji aboriyê sûd girtin, kesên nêzî Trujîllo, malbat û karmendên xwe nêzî wî hîsdikirin bûn.
 
LI DIJÎ TRUJÎLLO RÊXISTINÊN VEŞARTÎ AVAKIRIN
 
Ji bo Trujîllo pênaseya "Şef" dihat kirin, navên bajar, çiya bi navên xwe guherandin. Kesên li dijî vî dîktatorî muxalefet dikir, an hat kuştin, an hat girtin û an jî hat windakirin. Trujîlloyê ji kuştina 50 hezar kesî berpirsyar e, hemû raperînên li dijî xwe di kêliyê de tepisand. Gelê ji vê dîktatoriya wî re tehmûl nedikir, vê carê dest bi rêxistinên veşarî kir. Ji van rêxistinan yek jî Xwûşkên Mîrabel ên bi navê "Tevgera Clandestine" (Minminîk) in. Vê tevgerê roja hat avakirin heta niha di hişê gel de her dem cih hiştiye. Xwûşkên Mîrabel ji bo mafên mirovan û demokrasiyê têkoşiyan, ew ji hêla Trujîllo ve wekî "terorîst" hatin îlankirin, bi îftiraya "xayînên welatin", "dê zerarê bidin wekheviya û yekitiya welat" gelek caran hatin girtin û hatin îşkencekirin. Dewletê dest danî ser hemû malên wan. Wer bû ku Trujîllo axaftina "Pirsigrêka herî mezin a welat dêr û Xwûşkên Mîrabel e" kiribû.
 
MINMINÎKAN DÎKTATORÎ HILWEŞAND
 
Piştî axaftina Trujîllo di 25'ê Mijdara 1960'an de Mînerva, Marîa û Patrîa Mîrabal dema ji hevdîtina hevjînên xwe vedigeriyan, ji hêla hêzên dîktator ve bi zorê ji maşîneya wan hatin peyakirin û bi îstismara zayendî re rû bi rû man. Her çendî bê gotin ku herdu xwişkan di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dane jî, salek piştî qetilkirina Minminîkan tevgera dijberî Trujîllo, dawiya dîktatoriyê anîn. Roja ku Minminîk hatin qetilkirin, ew roj di heman demê de roja serhildana li dijî dîktatoriya Trujîllo ye û di Komara Domînîkê de ev bû rojek dîrokî. Di 30'ê Gulana 1961'an de Trujîllo bi êrîşeke sekvaniyê hat kuştin. Di Sibata 1963'yan de cara ewil li Komara Domînîkê bi dengdanê hikumet hat hilbijartin.
 
LI HEMÛ CIHANÊ MINMINÎK TÊN BIBÎRANÎN
 
Ji wê rojê heta îro di her salvegera 25'ê Mijdarê de xwişkên têkoşer tên bibîranîn, ew ji bo jinên cîhanê yên têkoşîna azadî û demokrasiyê didin dibin hêviya têkoşînê. Jinên Amerîkaya Latînî îşkenceya ku hatiye kirin ji bîr nakin, xwişkên ku wekî "Minminîk" bi bîr tanîn, di 25'ê Mijdara sala 1981'an de li Domînîkê lijneyeke jinan pêk anîn. Bi biryara ku di lijneyê de hat girtin re, roja ku "Minminîk" hatin qetilkirin, ew roj wekî "Roja Piştgiriya Navneteweyî û Têkoşîna Li Dijî Şideta li Ser Jinê" qebûl kirin. Ev roj di sala 1999'an de ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wekî "Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Ji bo Şideta li Dijî Jinê Ji Holê Rakirinê" hat îlankirin. 
 
Jinên ku di her serdema dîrokî de ji bo wan pênaseya "şeytan", "pîrevok", "ji parsûyên mêr hatine afirandin", "mêr ji hiş derdixe", "fesad", "zayenda eware" û "pîreka mêrê xwe" ji bo wê hatiye kirin, li Tirkiyeyê jî bi heman polîtîkayê re rû bi rû mane.
 
HERÎ DAWÎ DI 10 MEHAN DE 338 JIN HATIN KUŞTIN
 
Li gorî daneyên Forma Aboriya Cîhanê ya sala 2017'an, di nava 144 welatên ku wekheviya jin û mêrê digire rojeva xwe, Tirkiye di rêza 131'an de ye, daneyên şideta li dijî jinê jî vê rastiyê radixe ber çavan. Li gorî daneyên rapora Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin di sala 2016'an de 328 jin bi destê mêr hatin kuştin, di 10 mehên sala 2017'an de 338 jin hatin kuştin, 258 jin bi şideta zayendî re rû bi rû ma. Li gorî rapora Weqfa Piştgiriyê ya Jinan ku di navbera 1'ê Tebaxa 2016'an û 31'ê Tîrmeha 2017'an, 355 jin bi şidetê re rû bi rû mane.
 
Di 16 mehên pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) de, herî zêde jinan jiyana xwe ji dest dan. Cil û bergên jinan hincet dan nîşan û li dijî jiyana wan êrîş pêk hatin. Jin dema li otobêsê sîwar dibin, li kuçeyê digerin, li parkê rûdinên mêr êrîşê wan dikin. Êrîşkarên ku demekî tên girtin, bi destê dewletê serbest tên berdan.
 
DI MUFREDATÊ DE PÊNASEYA 'DIVÊ JIN ÎTAATKAR BE' CIH GIRT
 
Di şertên OHAL'ê de pêkanînên tekparêz, zayendî, milîtarîst û ji derveyê qanûnê xistin meriyetê. Ji van pêkanînan yek jî di mufredata perwerdeyê de hat bicihkirin. Di serdema perwerdeyê ya sala 2017-2018'an de rolên zayendiya civakî bi motîfên olî hînê zarokan kirin. Dîsa pênaseya "Mêr hêj zêdetir bi hêz e divê jin li hemberî mêrê xwe îtirazan neke" hat kirin. Dîsa "Pêşnûmaya Muftîtiyê" tevî hemû bertekan jî hat qanûnîkirin. 
 
WEKÎLTIYA 4 WEKÎLÊN HDP’Ê HAT XISTIN
 
Êrîşên li dijî destkeftiyên jinan jî gelekî zêde bûn, li dijî qada siyasî jî dewam kirin. 4 parlementerên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP9 wekîltiya wan hat xistin û ew avêtin girtîgehê. Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê, Besîme Konca xebata Meclisa Jinan a HDP'ê dimeşîne, Nursel Aydogan û Tugba Hezer li derveyê welat xebatên xwe dimeşînin. Tevî hemû êrîşan jinan dest ji kuçeyan berneda û li dijî êrîşan meclisên jinan hatin avakirin. Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de kursiyên jinan hatin avakirin û li gelek bajaran ev xebat hatin meşandin. Di vê pêvajoyê de jinan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî têkoşînek xurt meşand û li gelek herêman kampanyaya "Dê tecrîd têk biçe, azadî bi ser keve" dan destpêkirin û azadiya Ocalan xwestin.
 
Dê îsal li gelek bajarên Tirkiyeyê jin bi dirûşmeya "Em ê li ber dewleta nêrza serî netewînin, em dest ji jiyan û têkoşîna xwe bernadin" dê dakevin kolanan û li dijî şideta dewlet-mêr dengê xwe bilind bikin.