Meclisa Jinan a HDP'ê: Ji bo azadiya xwe em rêxistinbûna xwe mezin dikin

  • jin
  • 14:38 21 Gulan 2019
  • |
img
WAN - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Wanê, konferansa herêmê pêk anî. Di konferansê de Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan axivî û wiha got: "Cihê ku jin lê ne azad be, civak jî azad nabe. Ev çalakiya di pêşengiya Leyla Guven de dest pê kiriye berdewam dike." 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, bi dirûşmeya "Ji bo azadiya xwe em rêxistinbûna xwe mezin dikin" li avahiya Platforma Şaxan a KESK'ê konferansa herêmê pêk anîn. Gelek jin di konferansê de li hev kom bûn. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan axaftina vekirinê ya konferanse kir û got: "HDP û tevgera Kurd, di pêvajoya civakî u siyasî de rolek kîlît dilîze. Ev yek herî dawî me di hilbijartina herêmî de dît. Di nava têkoşînê de cihê jinê pir zêde ye. Em bi rêgeza HDP bibe partiya jinê tev digerin. Li ser vê rêgezê em pêş dikevin. Di dîrokêde îktîdarê her dem li ser bedena jinê xwe mezin kir û hebûna xwe berdewar. Jin li dijî zextan di çalakiyê de ne. Niha li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di pêşengiya Leyla Guven de çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike. Duh Zilan, Beritan, Leyla Qasim, Rosa, Clara têkoşîn geş kir îro jî Leyla Guven li dijî zilm û zexta li ser jiinên vî welatî û cîhanê têkoşînê geş dike. 3 hezar girtiyên siyasî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. 30 girtî ketine rojiya mirinê. Emê rêşa çareseriyê ava bikin û emê nexşerêykê ava bikin."