Navenda jinan veguherandin unîteya paqijiyê

  • jin
  • 09:12 20 Mijdar 2017
  • |
img

MÊRSÎN - Qeyûmê tayînê Şaredariya DBP’a Akdenîzê hat kirin, Navenda Jinan a ÎŞTAR’ê bê rol û mîsyon hişt û dûre ji veguherand unîteya paqijiya. Xebatkarên jin ên navendê jî necarî îstîfayê dikin.  

Qeymeqanê navçeya Akdenîza Mêrsînê Hamdî Bîlge Aktaş di 18’ê Kanûna 2016’an de wekî qeyûm tayînê Şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat kirin. Piştî qeyûm hat tayînkirin, gelek saziyên stargehên jinan ên di bin baneyê Şaredariya Akdenîzê de dixebitîn hatin girtin, gelek jin ji kar hatin avêtin û bê kar hatin hiştin. Gulbahar Guzel a di Stargeha Jinan a Şaredariyê de dixebite, diyar kir ku zextên derûnî li ser wan zêde bûne û wan neçarî îstîfayê dikin.    
 
Guzel, anî ziman ku piştî qeyûm hat, hemû xebatkarên Navenda Jinan a ÎŞTAR’ê bê erk hiştin, cihê wan guhert, meaşê wan kêm kir û wiha axivî: “Qeyûm dest danî ser telefona navenda jinan û kes nikare xwe bigihîne amojgarên jin ên navendê. Dema em dixwazin xwe bigihîn in amojgaran ji me re dibêjin ‘Teqez dê telefona unîteyên nedin we û hûnê pêre eleqeder nebin. Dê telefona ÎŞTAR’ê di destê midûra jinan Arîfe Suzer  de be.’ 
 
‘NAVENDA JINAN KIRIN ŞÎRKETA PAQIJIYÊ’
 
Guzel, da zanîn ku dozên tundiya li ser jinan, îstîsmar kirinên zarokan hene û wiha got: “Me ev yek ji midûra jin re got. Lê di vî warî de tiştek nekir. Ji me re vekirî dibêjîn, ‘Ji vir û şûn de hûnê bi tu jinan re hevdîtin nekin û tu dozî neşopînin. Ji vir û şûn de erka midûryata jinê tê gûhertin.’ Navenda Jinan a ÎŞTAR’ê nagirin, lê bê mîsyon hiştine. ÎŞTAR wekî girêdayî Midûryeta Navenda Jinan xuya dike. Lê niha bûye Unîteya Paqijî û Erka karên hûndir. Hemû kesên niha li wir dixebitin, wan necarî paqijiyê dikin.”
 
'TENÊ NAVÊ WÊ MIDURYETA JINÊ YE'
 
Guzel, destnîşan kir ku wan dozên jinan dişopandin û wiha pê de çû: “Bi hatin qeyûm re ev karê me hat rawestandin. 25’ê Mijdarê tê û tu xebata Miduryeta Jinan tuneye. Ji ber ku tenê navê wê Miduryeta  jinane û êdî tu mîsyona wê tuneye. Tenê karekê wê heye, paqijiya malan dike. Ev der ji bo jinan kar nake. Bi ÎŞ-KUR’ê jinan digirin kar û ew jin jî hemû şert û mercên vê derê qebûl dikin.”   
 
'JINAN NEÇARÎ PAQIJIYÊ DIKIN'
 
Guzel, da zanîn ku jinan neçarî paqijiyê dikin û wiha domand: “Paqijiyê li gorî malên wan tespît kirîn, tên kirin. Dibêjin ‘Pîre, pêdiviya wan pê heye.’ Lê bi vî awayî propagandaya xwe dikin û dixwazin me jî bikin amûrê vê yekê. Dema em li dijî vê derdikevin Midura Jinan Suzer ji me re  dibêje ‘Hûn Karkerên taşeronên e. Tu navê we tuneye. Em ji we çi bixwazin divê hûn wê bikin, ger hûn nekin jî îstîfaya xwe bidin û herin ji vê derê. Piştî vê nîqaşê me serlêdana sûc kir. Lê heya niha tu bersiv nedane.”
 
‘JI JINAN DITIRSIN’ 
 
Guzel, axaftina xwe wiha dumand: “Hêrî zêde ji jinan ditirsin. Di zanîn ku dê têkoşîna jinan wan têk bibe. Vaye 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Jinê ya Navneteweyî tê.  Di hemû qadan de li ser jinê tundî heye. Em ê li dijî tundiyê têkoşîna xwe bidomînin. Dixwazim hemû jin di 25’ê Mijdarê de li qadan bin û daxwazên xwe bînin ziman. Ji vir û şûn de ezê bêtir bixebitim û li qadan bim. Bi girtina saziyên jinan dixwazin jinan bêdeng bikin, lê ez ê tu carî bêdeng nemînim.”