Bi salan keça xwe parast, lê nikaribû…

  • jin
  • 09:05 21 Mijdar 2017
  • |
img

WAN – Ayten Ozîster, dayika Dîlek Ozîster ku ji aliye hevjînê xwe ve hatibû kuştin, ji bo keça xwe têdikoşe. Dayik Ozîster ji bo daxistina “rewşa baş” a darazê jî wiha got: “Dixwazim ji vê edaletê bipirsim; ji bo çi hûn cezayê kujerekî ku li ber çavan jinek kuşt dadixin?”

Doza Dilek Ozşîster ku di Kanûna 2015’an de hevjînê wê Nîhat Ozîster ew kuşt, 2 sal û nîvan domand. Li gel ku 20 daxwaznameyên giliyê gihaştin qereqolê û cezayê dûrxistinê jî, bersûc Ozîster her tim got “ez hatime xapandin, hişê min ne li ser min bû” û bi vî awayî danişîn hatin taloqkirin. Di danişîna ku di 21’ê Tîrmeha 2017’an pêk hat de dadgehê daxistina “rewşa baş” sepandin û cezayê kujer ji muebeta giran daxist muebetê. 
 
Dayik Ayten Ozîster (52), anî ziman ku ew 18 salan bûye şahid ka keça wê bi çi re rû bi rû maye. Dayik Ozîster bertek nîşanî biryara dadgehê da. 
 
Ozîster, niha li 4 zarokên keça xwe Dîlekê dinere û got ku keça wê bi awayekî organîzeyî hatiye kuştin. Ozîster, anî ziman ku ji ber keça wê tim bi şidetê re rû bi rû dima, wê qet ew bi tenê nedihişt. Ozîster got ku wê gelek caran keça xwe ji êrîşên bi kêrî parastiye. Ozîster, diyar kir ku ji ber mala wan û ya keça wê li hemberî hev e, ew nikare li paceya ku li hêla mala keça wê ye binere. 
 
'HEMÛ MALBAT KUJERÊ KEÇA MIN E’
 
Ozîster, dest nîşan kir ku bi salan e ew li her 4 neviyên xwe dinere û her şemiyê ew û 4 neviyên xwe serdana gora Dîlekê dikin. Ozîster wiha got: “Dîlekê tam 2 salan çû qereqolê. Tenê ne ew zilam, hemû malbat kujerê keça min e. Di 18 salên zewaca xwe de tim bi şidetê re rû bi rû ma. Me jî dizanibû û me didît. Lê min nikaribû keça xwe ji dest wî bigire. Ji bo tiştek neyê serê wê ez tim li cem wê bûm. Du zarokên ewil ên Dîlekê li ber navê hevjînê min in. Niha di nufûsê dê dê û bavên wan em in. Wê zarokên xwe bi pereyan bifirotana û ji xwe mara fermî ya keça min tune bû. Ji bo em zarokan xelas bikin me wan li ber navê xwe nivîsand.” 
 
‘KESÎ DENGÊ WÊ NEBIHÎST’ 
 
Dayik Ozîster got ku wan texmîn nedikir ku dê keça wan bê kuştin û kes bi hawariya dengê Dîlekê yê ji bo alîkariyê neçûye. Dayik Ozîster wiha got: “Hîn jî kujer nefese distîne. Ev zaf li zora min diçe. Ev zilam tu carî negot ‘ez poşman im, bila zarokên min, min efû bikin.’ Tim bi dek û dolabên cuda hat dadgehê. Tu gotin nema ku ji keça min a mirî re negotin. Her cara ku diçûm dadgehê min ji neviyên xwe re digot ‘dê ev kujer bê cezakirin’, lê nebû. 2 sal û nîvên min di korîdorên edliyeyê de derbas bûn, lê em bi encama hat dayîn xeyalşikestî bûn. Li gel hemû derewên wî, dîsa jî cezayê wî hat daxistin. Dixwazim ji vê edaletê bipirsim; ji bo çi hûn cezayê kujerekî ku li ber çavan jinek kuşt dadixin?”
 
‘NEVIYÊN MIN JI BÎR NAKIN’ 
 
Dayik Ozîster, dest nîşan kir ku di pêvajoya dadgehkirinê de tenê aktivîstên jin û rojnamegeran piştevaniya wan kiriye.  Dayik Ozîster got ku her ku mirina keça wê tê bîra wê kezeba wê diperite. Ozîster diyar kir ku neviyên wê ji bavên xwe nefret dikin û wiha got: “Dikarim çi bikim? Dema ew her sibeh radibûn, li ser çavên diya xwe morayî didîtin. Wê çawa ji bîr bikin?”
 
 
‘KUJERÊ KEÇA MIN CESARET JI POLÎSAN DIGIRT’ 
 
Ozîster, diyar kir ku wan îtirazî vê biryara dadgehê kiriye û wiha got: “Tenê hêviya min ew e ku cezayê vî kujerî neyê daxistin. Kujerê keça min cesaret ji polîsan digirt. Kujer, ji polîsên ku Dîlekê ji qereqolê dişandin wê mala ku derba mirinê lê diket, cesaret girt. Peyamên tehdîdî dişandin telefona hevjînê min û me ew peyam birin qereqolê. Polîsan ji me re wiha got: ‘Em ji ku dizanin, belkî we ji telefoneke din ev peyam şandibin.’ Her ku em diçûn polîsan digot ‘dozger delîlan dixwaze’. Dema keça min hat kuştin dozger hat ber morgê. Hevjînê min lê vegeriya û got ‘Te delîl dixwestin, cenazeyê keça min li hundur e, a ji te re delîl.’ Dîlekê 20 daxwaznameyên giliyê dan Qereqola Polîsan a 2’yê Nîsanê. Dev ji vê jî berdin, dema cezayê dûrxistinê hat dayîn keça min li ber çavê polîsan hat derbkirin. Kujer birin qereqolê, piştî çend saetan şûnde dîsa ew berdan. Bi salan min keça xwe û zarokên wê parast, lê min nikaribû wê ji mirinê xelas bike.”