Rojava ji bo cîhanê dibe mînak: Kota rabû temsîlyeta wekhev heye

  • jin
  • 09:28 22 Mijdar 2017
  • |
img

QAMIŞLO - Hevseroka Kontona Cizîrê Hîva Erebo destnîşan kir ku rola jinê ya li Rojava rêyek nû dide pêşiya civakê û wiha got: "Êdî kotaya sedî 40 rabû, li cihê wê temsîlyeta wekhev hat. Jin nahêle mêr hişmendiya xwe li ser wan ferz bikin."

Hevseroka Kantoya Cizîrê ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê Hîva Erebo, bi minasebeta Roja Piştgirî û Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şideta li Ser Jinê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
Erebo şideta li dijî jinê şermezar kir, bi minasebeta 25'ê Mijdarê hemû jinên jiyana xwe ji dest dayî bi bîr anî. Erebo destnîşan kir ku her sal li tevahiya cîhanê jin di 25'ê Mijdarê de derdikevin qadan û di şexsê xwişkên bi navê Patrîa, Mînerva û Marîa Mîrabal de hemû jinên di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin, çalakî û şahiyên ku tên lidarxistin, bûne çand û mîrateyeke têkoşîna jinê.
 
‘JI BO JINÊN CÎHANÊ BÛ MÎNAK’ 
 
Erebo bi têkoşîna li Rojava dest bi axaftina xwe kir û aşkera kir ku roja ku şoreşê dest pê kir heta niha, têkoşînê li dijî şidetê dewam kiriye. Erebo diyar kir ku êrîşên ku ji derve ve jin û civakê hedef digirin, di navxweyî de jî mêr hişmendiya xwe li ser jinê ferz dikin, li dijî vê bê navber têkoşîna jinê bi pêş dikeve û wiha got: "Me li Rojava hemû rêbaz xebitandin û me vîna xwe danî holê û em bi ser ketin. Li dijî serdestiya mêr me her dem bertekên xwe danî holê û têkoşîn meşand. Têkoşîna jinê ya li Rojava, bi herêmê re sînor nema û li cîhanê belav bû. Mînaka ji vir girtin û li herêmên xwe di jiyanê de pêk anîn."
 
‘HIŞMENDIYA MÊR ZERARÊ DIDE WÎ JÎ’ 
 
Erebo anî ziman ku têkoşîna jinê li Rojava xwe dispêre erdnîgariya kurdan, bi hezaran jin derketine çiyan, di zindanan de têkoşîn dane, Sakîne Cansiz û hevrêyên wê li Parîsê hatine qetilkirin û wiha pê de çû: "Jinên cîhanî tişta li Sakîne Cansiz û hevrêyên wê hat kirin û tişta li xwişkên Mîrabel hat kirin wekî hev nirxandin. Em vê li her derê cîhanê dibînin. Jin an jî gel, li ku têkoşînê bidin, bi hişmendiya mêr a serdest re rû bi rû dimînin. Mêr di her qadê de dixwaze hişmendiya xwe serdest bike. Civak li ser hişmendiyeke ku înkarê bi pêş dixe hatiye avakirin. Di her qadê de pergaleke ku mêr li ser hikum dike hatiye avakirin. Ev hişmendî ne tenê zerarê dide jinê, dide mêr jî, dide civakê û dide xwezayê jî. Sedema hemû şerên li cîhanê ev hişmendî ye. Hemû çekên ku zerarê dide mirovan û her tiştî tune dike, bi hişmendiya mêr hatiye afirandin. Ev hişmendî çi zerarê dide her tiştê mirovahiyê."
 
EM JI FIKRÊN OCALAN BI BANDOR BÛM
 
Erebo destnîşan kir ku ew wekî jinên Rojava, wan têkoşîna jinê ya cîhanê esas girtiye û bi pirsa "Têkoşînek çawa?" ketine rê û di gelek platforman de ev nirxandine û wiha axivî: "Em wekî jin û civaka Rojava, ne xerîbê fikrên Rêber Apo bûn û em ji fikrên wî bi bandor bûn. Me li Rojava li ser vî esasî xwe bi rêxistin kir. Em bi hezaran jinên kurd, ereb, sûryan, ermenî û tirkmen re ketin rê, me têkoşîn da destpêkirin. Hêviya azadiyê di dilê jinan de gelekî kûr bû. Şidet lê tê kirin, civak bê vîn tê hiştin. Li Sûriyeyê dîktatoriyek ku di şexsê jinê de civak qebûl nedikir hebû."
 
‘JINAN SERDESTIYA MÊR ŞIKAND’ 
 
Erebo piştrast kir ku ew çeka di destê jinê de tenê bi şerê li qadê re sînor nakin; lê jinên ku nikaribûn ji malê derkevin çek dan destê xwe û di şer de cih girtin, vê jî serdestiya mêr şikandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hişmendiya jinê di civakê de bê vîn, bê berxwedan dihêle êdî şikest. Jinê di jiyanê de hêviyên nû afirandin. Ne tenê li Sûriye û Rojava, li cihanê êdî nêrîna li dijî jina kurd guherî û ji bo xwe hêviyek afirand."
 
‘KOTA RABÛ WEKHEVIYA JIN Û MÊR HAT’ 
 
Erebo da zanîn ku destkeftiyên jinê yên li Rojava, gelekin di qada siyasetê û civakê de jinan xwe bi rêxistin kiriye û ev tişt got: "Êdî mêr bi tena serê xwe nikare der barê gelan, der barê civakê de biryaran bide. Di partiyen siyasî de, di rêveberiyên xweser de, di saziyan de jin bi mêran re wekhev in. Êdî kotaya sedî 40 rabû, li cihê wê temsîlyeta wekhev hat. Rola jinê ya di civakê de rêyek nû derxist holê. Lê em nikarin qala buhiştê bikin. Hişmendiya mêr a serdest bi hezaran sal e hêj hebûna xwe diparêze û ji bo tune nebe li ber xwe dide. Jin nahêle ev hişmendî li ser wê bê ferzkirin û vîna xwe datîne kêlekê."
 
‘JINAN XELEKA PARASTINÊ AVA KIR’ 
 
Erebo got ku "Şoreşa Rojava ji bo jinê du qadên girîng ên wekî leşkerî û siyasî derxist holê" û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li cîhanê mînakên vê hebin jî lê vîna jinê ew qas derneket holê. Di vê çarçoveyê de bi dehan malên jinan li Rojava hatin avakirin. Ev modeleke destpêkê ye. Jinên di asayîşê, qada leşkerî û malên jinan de cih girtin, li dora jinê bûn xelek. Êdî li dijî tundî, şidet û her cure êrîşan jin xwe diparêzin."
 
MA / Erdogan Altan