Ji bo jinên girtî kartên 25’ê Mijdarê şandin

  • jin
  • 15:02 22 Mijdar 2017
  • |
img

EDENE - Platforma Jinan a Edeneyê, di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de, ji girtiyên jin re kart şandin.  

Platforma Jinan a Edeneyê, di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî ji girtiyên jin re kart şandin. Jinên li ber Postexaneya Edliyê kom bûn, raman û hestên xwe li kartan nivîsandin. Jinan beriya kartan bişînin daxuyanî dan û piştî daxuyaniyê jî kart şandin. Endama Platformê Sevîl Araci Bek di daxuyaniyê de diyar kir ku bi armanca piştevaniyê kartan ji girtiyên jin re dişîn in.   
 
Piştî axaftinê jinan, kartên piştevaniyê ji girtiyên jin re şandin.