Piştî xwişka wan hat kuştin têkoşîna jinan nas kirin

  • jin
  • 17:31 24 Mijdar 2017
  • |
img

ÎZMÎR - Nazli û Nîgda Okutgen piştî xwişka wan Eda Okutgen hat kuştin, li dijî tundiya li ser jinan dest bi têkoşînê kirin. Nazli û Nîgda Okutgen dinava 3 salan de gelek dozên zayendî yên jinan şopandin.  

Li navçeya Karabaglar a Îzmirê xweşkên Eda Okutgen a di 30’ê Mijdara 2014’an de ji aliye Ugur Buynak ve hat kuştin Nazli û Nigda Okutgen, lêgerîna xwe ya edaletê didomîn in. 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê, di sala 2015’an de cezayê girtîgehê yê heta hetayê da Bunyak. Lê di Kanûna sala 2016’an de, Dadgeha Bilind bi hinceta gelo Rapora Tipa Edî ya “Ehliyeta cezayê bersûc heye yan na” biryar betal kir. Dosyeya ku îadeyê heman dadgehê hat kirin, Rapora Tipa Edî ya ehliyeta cezayê bersûc heye amade kir.  
 
DÊ RÛNIŞTANA BIRYARÊ BÊ DÎTIN 
 
Li bendêyê di rojên pêş de di rûniştina dozê de biryar derbikeve. Xwişkên Okutgen, Nazli û Nîgda Okutgen ku ji destpêkê de dozê dişopînin, diyar kirin ku piştî xwişka wan hat kuştin, di refên herê pêş ên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de  cih girtin. 
 
'EM DIXWAZIN BIBIN DENGÊ JINÊN HATIN KUŞTIN'
 
Xwişkên Okutgen, dan zanîn ku ew li aliyekê ji bo bersûc bên darizandin têdikoşin û li aliyê din jî bi malbatên jinên di encama tundiya zilaman de hatin kuştin re nava piştevaniyê dene. Du xwişkên Okutgen anîn ziman ku bi Platformam Emê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) re tevdigerin û hemû dozên jinên hatine kuştin dişopînin. Du xwişk, dixwazin bersûc bên ceza kirin û dixwazin bibin dengên jinên hatin kuştin. 
 
‘JI BO BAWERÎ WINDA NEBE’
 
Nazli Okutgen, diyar  kir ew hemû tengaviyan bi hevre derbas dikin û wiha axivî: “Eda ji bo me tim mînak bû. Li gel hemû pirsgirêkan, baweriya Eda bi jiyanek xweş hebû. Em hewl didin ku baweriya xwe winda nekin.”  
 
HÎN ZÊDETIR TÊKOŞÎN 
 
Okutgen, anî ziman ku ji bo jin xwe nava ewlekariyê de hîs bikin, têdikoşîn û wiha domand: “Ji bo bersûcan ‘Daxistina rewşa baş’ dikin.  “Em dixwazin hemû bersûc bi cezayên giran bên cezakirin. Li Îzmîrê em hemû dozan dişopînin. Di dozan de tim ‘Daxistinên rewşa baş’ dikin. Em bûn şahidê vê yekê.”  
 
Okutgen, destnîşan kir ku ji bo tundiya li ser jinê bi dawî bibe, divê hînzêdetir têkoşîn bê dayîn û wiha bi dawî kir: “Ger ceza bên dayîn, dê ev bûyer rû nedin. Li gelek bajaran jin tên kuştin. Di meha derbas bûyî de 40 jin hatin kuştin. Ji bo ev bên dîtin û astengkirin divê gav bên avêtin. Di kesayeta Eda de em hewl didin, bibin dengê henû jinan. Rojekê ji bo pêşeroja jin û zarokan em dixwazin bibêjin em bi serkeftin. Ji ber ku jin û zarok pêşeroja vê jiyanê ne.”