Platforma Jinan: Jinên Şengal û Reqayê bûn hêviya jinan

  • jin
  • 10:37 25 Mijdar 2017
  • |
img

AMED - Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatine Desteserkirin bi boneya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek weşand û got: “Îro jinên Şengal û Reqayî bi berxwedana xwe ji bo hemû jinên cîhanê bûne hêvî, siberoj û keneke mezin. Heta jinên hatine desteserkirin azad bibin wê têkoşîna me bidome. " 

Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatine Desteserkirin bi wesîla 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî daxuyaniyekî nivîskî weşand. 
 
Platformê bi gotina “Têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan têkoşîna mirovahiyê ye” daxuyaniya xwe weşand. 
 
Daxuyaniya Platformê wiha ye: “Xwişkên hev Mîrabel qêrîna raperîna ku ev 57 sal in bênavber didome. Ji 25’ê Mijdara 1960’an vir ve Mîrabellan, hevrêyên wan têkoşîna azadî rûmet, berxwedan û raperînê didin. Jinên li mala xwe, dibistanê, kuçeyan, kargehan, gundan bi pêkanînên cuda yên ‘hişmendiya zilam, aqlê zilam, dewleta zilam’ re rû bi rû dimînin, her ku dengê xwe nerazîbûna xwe tînin ziman, ew jî tê wê wateyê ku ew ala ku ji jinan dewr girtine bilindtir dikin. 
 
Em jinên ku şahidiya yek ji rêpelên tarî ku ket nav rûpelên dîrokê jenosîd û qirkirina jinan a di 4’ê Tebaxa 2014’an a li Şengalê pêk hat, ew jinên ku bîrdoziya cîhadîstên ku destên wan stendine ne. Em wekî jinên Rojhilata Navîn, her çiqasî ev çete li Nîjeryayê Boko Haram, li Pakistan û Yemenê El Qaîde, li Somalî El Şebbab, Li Libyayê Ensarû Şerîa, li Sûriyeyê El Nusra û li Iraqê navê DAIŞ’ê bi kar tînin jî bîrdoziya wan yek in û em zanin ku jinan wekî dijminan dibînin.  Erdnîgariya Rojhilata Navîn a ku wekî şer û mirinê tê dîtin heta niha li şûna jiyaneke azad û aştî, şer esaret û rondikên çavan tê jiyîn. Rastiya vê yekê hemû îktîdar gel, ziman, bawerî, olên ne wekî xwe û wekî zayend jî jinan wekî ‘dijmin’ dibînin.
 
'BÛN HÊVÎ, SIBEROJ Û BÛN NAVÊ KENEK MEZIN' 
 
DAIŞ’a ku xwedî vê hişmendiyê ye di 3’ê tebaxa 2014’an de li Şengalê li hemberî gelê êzidî û jinên êzidî qirkirina da destpêkirin li Mûsil, Reqa, li Sûriyeyê li hemberî jinên suryan, ermen, tirkmenên şiî, şebek qirkirin pêk anî. Ev yek ji bo gelên Rojhilata Navîn bû serdemek cuda. Di sedsala 21’emîn de qirkirina zayendî pêk hat, jin bi awayekî jin bi komî xistin goran, jinên di temenên ciwantiyê de bi darê zorê revandin û wekî koleyan li bazaran firotin. Di şexsê jinan de hemû sûcên dijmirovahiyê pêk anîn û hê jî aqûbeta 3 hezar jinan nayê zanîn. Li aliyekê li dîroka mirovahiyê komkujiyên bi vî rengî tê nivîsandin, li aliyê din jî jinên heman gelî bi hişmendiya ev ne qedere tevdigerin, kirasê berxwedanê li xwe kirine, xwe û qadên xwe diparêzin û yekîtiya xwe ava dikin. Li şûna teslîmî bêhêviyê bibin bi pêngaveke bi heybet xwedî li hêviyê derdikevin. Îro jinên Şengalê û Reqayê ji bo hemû jinên cîhanê bûne hêvî, siberoj û bûne navê ku bi keneke mezin dikenin. Sedema sereke ya vê yekê ew dijderketin û berxwedana wan e. 
 
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê careke din dubare dikin ku heta jinên bi darê zorê hatine desteserkirin bigihêjin azadiya xwe wê ev têkoşîna me bidome. Divê were zanîn ku têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan tê meşandin sedema hebûna me ye."