Pîra 72 salî bi keda xwe li ser piya ye

  • jin
  • 09:14 27 Mijdar 2017
  • |
img

MÊRSÎN – Li gundê Bozunlu yê girêdayî navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê Emîne Aytekîn a 72 salî her roj sibe fêkî û hêşînayiyê li kêleka rê difiroşe û got: “Ji bo ez muhtacî kesî nebim bi keda xwe debara xwe temîn dikim.” 

Li kolana Pozcu ya navçeya Yenîşehîra Mêrsînê jinên yoruk fêkî, sebze û hêşînayiyan ji gundên xwe tînin difiroşin. Jinên yoruk hem hilberînên ekolojîk ji gel re tînin û hem jî bi firotina van hilberînan aboriya xwe temîn dikin. 
 
Yek ji van jinan jî Emîne Aytekîn a 72 salî ye. Aytekîn her sibe zû ji gundê Bozunlu ya girêdayî navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê radibe û derdikeve rê. Aytekîn bi dolmîşa ewil a gund tê bajêr û bi dolmîşa dawî jî vedigere gund. 
 
'EM XWE LI SER PIYA DIGIRIN’ 
 
Aytekîn da zanîn ku ew fêkî û hêşînayiyên difiroşe ji baxçeyê xwe berhev dike tîne bajêr û got: “Heta ji gund têm vir zehmetiyên mezin dikişînim. Carna ez nagihîjim dolmişan. Bi saetan neçarim li benda dolmişan bisekinim. Havînê germ û zivistanê jî barîna baranê li ser min bandorê dike.” Aytekîn anî ziman ku ji ber mûçeya teqewîtbûna wan nîne neçarin bixebitin û wiha dewam kir: “Ji bo ez muhtacî kesî nebim bi keda xwe debara xwe temîn dikim. Ji bo ez fêkiyan berhev bikim neçarim derkevim ser daran jî. Li gel hemû zor û zehmetiyan jî ez li ser piya me.” 
 
'DEBARA MALÊ PÊ DIKIM’ 
 
Sultan Ayik a ji heman gundî ye jî destnîşan kir ku ew bi firotina bexdenûz û naneyê debara xwe dike û behsa xwedîkirina tiştên hêşînayî kir û got ku zehmet e. Ayik da zanîn ku ew nanê xwe ji van hêşîniyan derdixe û got: “Em baldarî berhev dikin. Em ên baş vediqetînin, paqij dikin û tînin difiroşin. Bi firotina van hêşînayiyan aboriya malê li ser piya digirim. Ez ji vî karî hez dikim. Ez ji xwedîkirina hêşînayî û berhevkirina wan hez dikim. Ji gundê me gelek jin vî karê min dikin. Malên her yek ji me li cihên cuda ne lê me gelek hînî hev bûne. Bûne wek malbatekê.”