Nasnameya jinê ku kirdeya nûçeyê ye tune tê hesibandin

  • jin
  • 12:35 28 Mijdar 2017
  • |
img
AMED- Di jiyana civakiyî de feraseta mêrî ya serdest tim hewl dide ku vîna jinê tune bihesibîne.Li gel vê yekê, di çapemeniyê de jî vegotinên zayendî, şidet û nefretî tên rewakirin. Di nûçeyên tên weşandin de nasnameya jinê ya civakiyî tune tê hesibandin.
 
Ji çapemeniya berbelav bigire heta ya yên ku dibên ew muxalif an jî ya alternatîf in, jin di çarçoveyeke zayenda civakiyî de dibin mijarên nûçeyan. Di çapemeniya berbelav de jin wek “dayikeke baş”, “hevjîn” an jî “xwişk” tên temsîlkirin û jinên di nav van rolên zayenda civakiyî de cih nagirin û li hemberî wan têdikoşin jî wek jina “xerab” û “jina ku mêr ji rê derdixe” cih digirin. Piraniya nûçeyan der barê jinan de tên çêkirin, lê belê di gelek malperên nûçeyan de kategoriya “jin”ê tune ye. Li gel vê di rojnameyan de jî piraniya nûçeyên jinan di rûpela sêyem de cih digirin û her wiha bedena jinê wek objeyekê cih digire. Di van nûçeyan de jî hincet ji bo êrîş û şidetên ku jin bi wan re rû bi rû dimînin tên peydakirin û her wiha zimanê nûçeyê yê nêrza jî tê rewakirin.
 
Di çapemeniya berbelav ên wek Sabah, Milliyet, Hurriyet, Posta, Yeni Şafak, Akit hwd. de nûçeyên der barê jinan de ji aliyê mêran ve tê nivîsandin û her wiha rojnameyên wek Cumhuriyet, Diken, Sozcu hwd. ku îdia dikin ew çapemeniya muxalif in jî, di çarçoveya bîrdoziya siyasî ya jinê de jin wek “jina baş” û “jina nebaş” tê diyarkirin û bi vî awayî zimanê şidet, zayendî û nefretê ku çapemeniya berelav rewa dike tê kelijandin. 
 
Ji van rojnameyên navborî me hin sernavên nûçeyan berhev kirin: 
 
“Di dîmenan de qezaya tirsnak a ajokara jin” (Yeni Şafak) 
“Ji bo Levent Yuksel, dildareke 31 salan jê biçûktir” (Hurriyet),
 "Êdî ji fantaziyên hevjînê xwe kerixîm, min bidin berdan” (Milliyet), 
“Niha jî Êlih: Parlementera HDP’î Başaran di merasîma cenazeyê PKK’yîyekî de ye” (Diken), 
“Ji mêrê xwe qehirî, pitikên xwe hişt û reviya” (Posta), 
“Hevalê xwe yê mêr kêr kir, xwest wî şilfî tazî kêr bike” (Posta), 
“Li deriyê sînor jina rûs ji walîz derket!” (T24), 
“Ji bo bişibe Angelîna Jolieyê serwetek xerc kir…
Şibiya bûka mirî”(Cumhuriyet), 
“Di otobêsa gel de şerê ji bo qoltixê…
 “Bi gijika hevdu girtin” (Cumhuriyet), 
“21 rojan bi qayîş û darekî keça ciwan derb kir û tecawuzî wê kir” (Cumhuriyet), 
“Terora mêrî: 8 kêr li hevjîna xwe ya ducanî xist û kuşt, Got ‘Bi ser kêrê de ketiye’ (Cumhuriyet),
 “Dayika ku kurê xwe fetisand tiştên ecêb gotin’ (Sabah), 
“Bi salan bi şideta mêrên xwe yên dewlemend re rû bi rû man’ (Sabah), 
“Jina îngilîz ku sala çûyîn bû misilman, hat verêkirin”(Sabah), 
“Ji ber ku jina ciwan derket derve lêdan xwar, xwe spart polîsan” (Sozcu),
 “Ji aliyê bavê xwe bi awayekî wehşiyî hat kuştin’ (İHA), 
“Dayika êşbar a di asansorê de pitika wê mêr axivî”(DHA), 
“Mêrê kujer di Roja Têkoşîna li Hemberî Şideta li Dijî Jinê de hat girtin” (İHA), 
“Travestiya hat redkirin kirîger kêr kir” (Haberturk) 
 
NE ŞIDETA MÊR, JIN TÊ ÎFŞAKIRIN 
 
Di serî de çapemeniya berbelav û bi giştî çend saziyên çapemeniyê yên muxalif an jî alternatîf, di nûçeyên der barê jinan de zimanê zayendiyî, şidet û nefretê bêtir dikelijînin û ji dêvla ku wê êrîş û şideta ku jin pê rû bi rû dimîne bê îfşakirin, bi wêneyên ku tên bikaranîn jin mexdûr, bêparastin û şerpeze tên nişandan. Her wiha ya ku divê di nûçeyên şidet û êrîşkariyî de bê deşîfrekirin mêr be, lê belê hem çapemeniya berbelav û hem jî ku dibêje em a muxalif an jî alternatîf in vê yekê bi wêneyên jinan didin der. Şidet û êrîşên ku jin bi wan re rû bi rû dimînin jî wek “meseleyeke nav malê” tên nişandan. 
 
Her wiha têkildarî vê yekê, di demên dawî de îktîdara siyasî hewl dide hin derdorên muxalif û jinê têxe nav hin qaliban û bi pênaseyên ku der barê kar, beden û cilûbergên wan bi kar tîne de nefret û zayendîparêziyê dikelijîne û ji bo vê zemînekî qanûnî amade dike. 
 
DI NÛÇEYAN DE TECAWUZ TÊ REWAKIRIN 
 
Di nûçeyên tên nivîsandin de çanda tecawuzê ji hêla feraseta nêrza ve tê rewakirin û bi taybetî bedena jinên ku bi şidetê re rû bi rû dimînin an jî tên kuştin di manşetên rojnameyan de tê îfşakirin û bi vî awayî “tecawuz” wek tiştekî ji rêzê be tê nişandan. 
 
TÊKOŞÎNA ROJNAMEGERÊN KURD
 
Li gel vê rojnamegerên jin ji ber nasname û pîşeya xwe li qadê bi her cure cudaparêziyê re rû bi rû dimînin. Li qadê bi zext û zoriyên hêzên dewletê re rû bi rû dimînin û her wiha feraseta ku rojnamegeriyê wek pîşeya mêr dibîne, naxwaze jin li qada çapemeniyê be.
 
ROJNAMEGERÊN JIN ÊN KURD
 
Lê belê, yek ji perçeyê herî girîng ê vê têkoşînê jî rojnamegeriya jinên kurd û çapemeniya kurdî ye. Herî zêde di çapemeniya kurdî de xebatkarên jin hene û bereksê çapemeniya berbelav rojnamegerên jin ên kurd di saziyên çapemeniyê de ji gerînendetiya weşana giştî, edîtorî û nûçegihaniyê bigire di gelek qadan de cih digirin û têkoşîna nûçegihaniyê di nûçeyên xwe de didin der. 
 
Tevî van tiştan hemûyan jî rojnamegerên jin ên kurd mîrateya Gurbettelî Ersoz, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan û Dîlîşan Îbîş ku jiyana xwe ji dest dan dewr girtin û vê têkoşînê didomînin. Her wiha rojnamegerên jin ên kurd, ji bo wê şidet û êrîşên mêran ên li qadê bi wan re rû bir û dimînin îfşa bikin û ji bo piştevaniya rojnamegerên jin di 3’yê Gulana 2017’an de Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ava kirin.
 
MA / Sonya Bayik