Bi zorê dan mêrekî, bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma

  • jin
  • 12:56 30 Mijdar 2017
  • |
img

WAN - Jina bi navê S.A. beyî xebera wê mehra wê birîn û ji ber wê du caran xwest xwe bikuje. Kesê bi S.A. re zewicî êrîşa zayendî jî pêk anî. Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê bûyer bihîst, lê bê deng ma. S.A. serî li VAKAD'ê da û niha malbat dixwazin wê dîsa bişînin gel vî mêrî.

Di 30'yê Îlonê de nûçeya bi ser navê "Bê agahiya wê hat zewicandin, 2 caran xwest xwe bikuje, polîs girtek negirt", der barê jina bi navê S.A. de di ajansa me de hat weşandin. Derket holê ku kesê ku bi zorê S.A. xwestiye, li dijî S.A. îstismara zayendî pêk aniye. S.A. li Wanê dijî û aşkera kir ku ew naxwaze bizewice, lê piştî nasnameya xwe ya nû girtiye, ditiye ku başnavê wê hatiye guhertin û bi kesekî nas nake re zewicandine. S.A. serî li Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) ya bi Biryara Di Hukmê Qanûnê (KHK) hat girtin da û giliyên xwe anî ziman. Aktîvîsta komeleyê Songul Ozînver der barê S.A. de agahî dan.
 
Ozînver aşkera kir ku ew nêzî 6 mehan e rewşa S.A. dişopînin û piştrast kir ku kesê ku S.A. pêre zewicandine, êrîşa zayendî pêk aniye û ew neçar kirine ku bi vî kesî re bijî.
 
'JIYANA JINÊ BI DESTÊ MÊR TÊ HERIMANDIN' 
 
Ozînver da zanîn ku ji bo piştgiriyê bidin S.A. wan serî li gelek saziyan dane û wiha got: "Jiyana jinan bi destê mêr diherimînin. Em ji vê yekê re şahidiyê dikin. S.A. ji bo nezewice berê 2 caran xwestiye xwe bikuje. Bijîşkan di vê der barê de malbat hişyar kirine û dane zanîn ku heke lê baldar nebin dibe ku careke din bixwaze xwe bikuje."
 
‘JI BER ZEXTAN NEXWEST JÊ VEQETE’
 
Ozînver destnîşan kir ku malbata S.A. destpêkê îqna bûye ku keça wan ji wî kesî veqete û wiha wiha pê de çû: "Ji xwe bişîşkan malbat hişyar kir û got ku 'Heke keça we careke din hewl bide întixar bike, dibe ku jiyana xwe ji dest bide.' Li ser vê malbatê qebûl ku dest ji hev berdin. Heta doza veqetandinê vekirin. Lê roja 20'ê Cotmehê dema doza veqetandinê vebû dayika jina ciwan jiyana xwe ji dest da. Bavê li S.A. vegeriya û got ku 'Wesiyeta dayika te heye divê tu veneqetî, divê tu vê qebûl bikî.' S.A. li dijî van hemû zextan nexwest veqete."
 
‘KESÊ PÊRE ZEWICÎ TECAWIZÊ WÊ KIR’ 
 
Ozînver anî ziman ku kesê bi S.A. re zewicî ye, diçe mala wan û bi hinceta 'Divê ez wê bibim malê' û ev tişt got: "S.A. dibe malê û li mal tecawizê wê dike. Jina ciwan sibê vedigere malê û her tiştî ji malbata xwe re parve dike. Malbata S.A. bertek nîşanê vê rewşê da; lê serlêdana sûc nekir. Ji ber ku gilî bikin dê bûyera tecawizê derkeve holê. Dîsa bi şêweyekî di navbera xwe de meselê çareser dikin. Kesê bi jina ciwan re zewiciye, ji xwe roja destpêkê naxwaze jê veqete. Ev mêr ji bo S.A. dest ji doza veqetandinê berde û ji neçarî bi wî re bizewice, dibe malê û tecawizê wê dike."
 
‘NEÇARÎ VÊ JIYANÊ KIRIN’ 
 
Ozînver diyar kir ku di serî de êrîşa zayendî û hemû bûyerên bi serê S.A. de hatine, neçûne ber destê darazê û piştrast kir ku çend mêr hatine gel hev û ser bûyerê girtine. Ozînver got ku "Têkoşîna hiqûqî bi tu awayî nehat dayîn" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ji vê bûyerê agahdar bûn. S.A. mecbûr kirin ku heta dawiya jiyana xwe bi kesê tecawizkar re bijî. Bêguman divê malbat jî bê rexnekirin. Em vî heqî çawa di xwe de dibînin ku der barê zarokên xwe de van biryaran didin? S.A. du caran hewl daye xwe bikuje, piştî bi zorê dîsa didin vî kesî, kî dizane dê careke din dawî li jiyana xwe neyne?"
 
‘NIHA LI GEL MALBATA XWE YE LÊ SIBÊ...’ 
 
Ozînver derbirî ku bi gotinên wekî "Guneh e, eyb e" tundiya derûnî li S.A. dikin û mafê wê yê perwerdeyê ji destê wê digirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ne mehra ku hatiye birîn, ne ew kesê bi S.A. re zewicandine tu tişt nikare jiyana wê biguherîne. Sozeke me jinan heye; jin diqîrin, lê kes qêrîna wan nabihîse. Dê S.A. çawa bi tecawizkarê xwe re heta dawiya jiyana xwe bijî. Dê jiyana wê wiha bimîne? Niha li gel malbata xwe ye; lê sibê dê bişînin mala wî kesê bi zorê danê."
 
MA / Nîmet Olmez