Wekîla berê ya DSP’ê Saray: HDP bû rûyê jinê yê dîtinbarî

  • jin
  • 15:41 1 Kanûn 2017
  • |
img

STENBOL - Wekîla DSP'ê ya berê Gonul Saray beşdarî Lûtkeya Jinê bû, aşkera kir ku bi HDP'ê re li Meclisê jin di warê dîtinbariyê de zêde bûye û wiha got: "Piştgiriya ku HDP'ê îro dide jinê, di Meclisê de jin hat dîtin."

"Lûtkeya Jinê, Edalet û Wekhevkiyê" li Stenbolê bi rûniştina duyemîn dewam dike. Di rûniştina "Wekhevî û edaletê ya polîtîkaya jinê" de, rojnameger Şirîn Payzin moderatorî kir. Wekîla CHP'ê ya Tekîrdagê Candan Yuceer, Wekîla berê ya DSP'ê Gonul Saray û Seroka Giştî ya Komeleya Piştgiriya Namzetên Jinê (KA.DER) Nuray Karaoglu amade bûn.
 
'DIVÊ LI HEMÛ QADAN KOTA HEBE'
 
Yuceer destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di her qadê de têkoşîneke mezin a jinê heye û ev tişt got: "Siyasetmedar derdikevin dibêjin ku 'Hûn jî bên û bidin namzet.' Lê şertên heyî berovajiyê vê ye. Di 15 salan de AKP'ê tenduristiya xwe ya mêjî guhert. AKP'ê, gotina xwe ya dijberiya jinê derbas kir û ev polîtîk kir. Meseleya nikaha ku dewrî muftiyan kir, yek ji van e. Heke em ji vê re nebêjin bes e, dê rewşeke xeter derkeve holê." Yuceer aşkera kir ku kotaya di patrtiyên siyasî de gelekî girîng e û wiha pê de çû: "Heke kotaya jinê tune be, dê gelek rewş neyên derbaskirin. Jinên di qadên xwe de cih nagirin, cihên ku xwe lê îfade bikin nabînin. Ne tenê di siyasetê de, divê di hemû qadên civakî de kotaya jinê pêk bê."
 
'MAFÊN BERÎ SED SALAN TÊN NÎQAŞKIRIN'
 
Seroka Giştî ya KA.DER'ê Nuray Karaoglu destnîşan kir ku li gorî siyaseta navneteweyî Tirkiye li paş maye û wiha axivî: "Nivşên nû gelekî bê şans in. Mafên me berî sed salan bi dest xistibûn, ji nûve nîqaşa wan tên kirin. Dibin parçeyekê vê ne wekheviyê." 
 
'DIVÊ PARTÎ VÊ RASTIYÊ BIBÎNIN’
 
Wekîla DSP'ê ya berê Gonul Saray got ku "Heke wekîlên jin û lîder bêjin ku 'Noqteya ku ez bêm ev der e', şansê qezencê yê jinan tune" û ev tişt anî ziman: "Bi HDP'ê re jin di Meclisê de xûya bûn. Kotaya ku îro HDP'ê daniye, piştgiriya ku daye jinê, têkoşîna jinê li Meclisê zêde bû. Di serî de CHP, divê hemû partiyên siyasî vê rastiyê bibînin."
 
Di rûniştina 3'yemîn a lûtkeyê de "Koma xebatê ya plana ji bo edalet û wekheviyê" tê nîqaşkirin.