Di Pakêta Darazê ya 2'yemîn de nafaka: Jin tên hepskirin

  • jin
  • 09:15 3 Mijdar 2019
  • |
img
ENQERE - Parêzer Zekiye Karaca Boz, bal kişand ser ser Pakêta Darazê ya Duyemîn ku tê de nafaka hatiye sînordarkirin û got: "Ev berdewma komîsyona ku li Meclîsê hat avakirin û armanca wê astengkirina devjihevberdanê bû."  
 
Amadekariyên ji bo Pakêta Darazê ya Duyemîn didomin. Di vê pakêtê de "nafakaya xizaniyê  hatiye sînordarkirin. Mijarên bi vî rengî bûne cihê nîqaşan. Parêzera Weqfa Piştevaniyê ya Jinê Zekiye Karaca Boz pakêta duyemîn nirxand. 
 
Boz, bi bîr xist ku di 10'ê Cotmeha 2016'an de li Meclîsê ji bo malbatan, bûyerên devjihevberdanê û xurtkirina malbatan komîsyonek hatiye avakirin. Boz, destnîşan kir ku armanca vê komîsyonê ew e ku pêşî li ber jina bigire ku dev ji hevjînên xw ebernedin. Boz, girêdayî bê yekê îşaret bi sererastkirina nafakayê ya di Pakêta Darazê ya Duyemîn de kir û got, ev sererastkirin jî xwedî heman feraset e. 
 
'ARMANC, JINÊ HEPSÎ MALÊ BIKE' 
 
Boz, got: “Car heye jin, ji bo rojek berî rojekê dev ji hevjînên xwe berdin dev ji mafên xwe yên nafakayê berdidin. Lê ji bo zarokan doza nafakayê dikin. Lê belê, ji dêvla ku dewlet vê yekê çareser bike, radibe ji bo nafaka neyê dayîn tev digere. Ev jî tê wateya ku jin hepsî malê bên kirin." 
 
Boz, diyar kir ku sînordarkirina nafakayê, tê wateya ku "em ê li dijî şideta li ser jinê tênekoşin" û got: "Şidet, guh nade tu meqam û perwerdehiyê. Her wiha zilamên ku derameta wan zêde ye jî îtiraz dikin. Û ji xwe piraniya wan dermatea xwe vedişêrin. Derfetên dadgehê yên ji bo lêkolînkirineke berfireh hene, lê belê radibe lêkolîne ji bo mal û milkên kes bi beyana wî ve girê dide. Di pergalê de kêmasiyên mezin hene û di vî warî de dadgeh destekê nadin jinan." 
 
Herî dawî Boz, destnîşan kir ku heta di warê aborî de pergaleke ji bo xurtkirina aboriya jinê çê nebe rakirina nafakayê ne rast e û got: "Di destê kesên qanûna diguherînin de daneyek jî tuneye. Kêm be jî em bi daneyên berbiçav nîşan didin ku jin çi qasî tên mexdûrkirin. Em ê li her derî, li her platformê ji bo mafê nafakayê têbikoşin."