'Divê têkoşîna neteweyî ya jinên kurd bê nivîsandin'

  • jin
  • 10:40 5 Mijdar 2019
  • |
img

AMED - Nivîskar Mûkaddest Erdogdû Çelîk diyar kir ku divê têkoşîna neteweyî ya jinên kurd bê nivîsandin û ev pêşniyar kir: "Divê bi fikr û nivîsandina bi hişmendiya jinê zimanê jinê bê avakirin."

Nivîskar Mûkaddes Erdogdû Çelîk ku tevlî "Komxebata Jin û Nivîskarî" ya ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve bi armanca ku balê bikişîne ser pirsgirêkên nivîskarên jin ên kurd, hat lidarxistin bû, têkildarî têkoşîna jinan de nirxandinan kir. Çelîk diyar kir ku jin li hemberî zilam ku hewl dide keda wê bike bin serweriya xwe têkoşîneke mezin dide û ji ber vê yekê dê sedsala 21'emîn bibe sedsala şoreşa azadiya jinê.
 
TÊKOŞÎN BI HÊZ E
 
Çelîk destnîşan kir ku hemû dîrok li gorî zilam hatine nivîsandin û wiha got: "Ziman jî li gorî zihniyeta bavêksalar hatiye çêkirin. Nivîskarên jin bi sedan sal e li dijî vê feraseta bavêksalar dertin. Jin, li cihê ku dijî bavêksalariyê dernekeve, dê pêvajoya zimanê serdest û zilam ku pê diaxivin bijî. Ji bo hilweşandina vê yekê divê ku jin beriya sedsala yekemîn binêrin. Ev têkoşîn di roja me de hê bi hêztir bûye."
 
'DIVÊ TÊKOŞÎNA NETEWEYÎ BÊ NIVÎSANDIN'
 
Çelîk bi lêv kir ku divê têkoşîna neteweyî ya jinên kurd bê nivîsandin û ev tişt anî ziman: "Dora hatiye nivîskariya jina kurd. Ev nîşaneyeke ronakbiriya kurd e. Divê mijarê de gelek gavên ku bên avêtin hene. Ez bi fikra şoreşa jina kurd ku li Cîhanê berbelav bûye, parçeyek tevgera jinan ku bawer dike sedsala 21'emîn bibe sedala şoreşa azadiya jinê me."
 
'DIVÊ ZIMANÊ JINÊ BÊ AVAKIRIN'
 
Çelîn anî ziman ku serweriya zilam ku xwe li vedişêre û cihê herî veşarî ziman e û axaftina xwe bi gotinan bi dawî kir: "Divê ku dîrok, wêje, çapamenî, jiyana rojane, kuçe û çanda xwarinê jî di nav de gelek tişt bi hişmendiya jinê bê fikirîn, nivîsandin, şîrovekirin û zimanên jinê bê avakirin. Ez di wê fikrê de me ku dê bi vê yekê fetihkirina ziman jî pêk were."