Dayika Aştiyê ya 65 salî: Li min dan û heqareta giran kirin

  • jin
  • 09:39 6 Mijdar 2019
  • |
img

WAN – Dayika Aştiyê Kewê Işik a 65 salî ku bi siyasetmedaran re hat binçavkirin diyar kir ku polîsan dema wê binçav kiriye lêdane û heqaretên giran lê kirine. 

Li Wanê di 1’ê Mijdarê de 15 jinên siyasetmedar hatibûn binçavkirin. Yek ji van binçavkiriyan jî Dayika Aştiyê Kewê Işik a 65 salî bû. Dayika Kewê bi şertê kontrola edlî hat berdan. Dayika Kewê behsa seregirtina mala xwe û binçavkirina xwe kir. Işik anî ziman ku polîsan li wê daye û polîsan heqaretên giran li wê û malbata wê kiriye. 
 
LÊDAN Û HEQARET
 
Işik da zanîn ku polîsan serê sibê zû li bi şidet li deriyê wan dane û got: “Qey me got erdhej çêdibe em ji cihê xwe hejiyan. Bûka min got polîs li derî didin. Min derî vekir. 10 polîsan bi hev re gotin ‘xwe biavêje erdê’ bi ser min ve hatin. Min got ez dayikek im lê min guhdar nekirin. Gotin ‘dengê xwe dernexe û xwe dirêj bike.’ Min bi israr got ez xwe dirêj nakim, dema min wisa got min di merdîwanê (terencê) de daf dan û min xistin xwarê. Serê gelek êşiya. Ez ji erdê rabûm û min got sedema hûn li me wisa dikin çi ye. Dema min wisa pirsî polîsek bi paş stûyê min girt û bir odeyê. Heqaretên giran li me kirin. Wêneyê lawikê min ê daliqandî nîşan didan û heqaret lê dikirin û dijûn digotin. J imin re digotin ‘hiş be em dengê te nebihîzin.’ Min û bûka min dan dîwar û me sekinandin. Mala me serûbin kirin. Piştî lêgerînê bi milên min girtin û birin xistin wesayîta xwe. Edîbe Babûr anîn kêleka min. Di wesayîtê de heqaret li me dikirin.”
 
'XWARINA EMNIYETÊ ME JEHRÎ KIR’ 
 
Işik anî ziman ku tevî nexweşînên wê yên wek bêhnçikandinê, guatr û astimê jî 4 roj wê li emniyeta Wanê sekinandine û got: “Roja ewil kutlik dan me. Em hemû jehrî bûn û em nexweş ketin. Me rakirin nexweşxaneyê û bêyî li me binêrin ji deriyê nexweşxaneyê me dîsa birin emniyetê.” 
 
'EZ Ê TIM JI BO AŞTIYÊ BIXEBITIM’ 
 
Işik diyar kir ku bi salane ew ji bo aştiyê xizmet dike û got: “Min kirine ‘endama rêxistina bi çek.’ Ez dayikek 65 salî me. Çeka çi û rêxistina çi? Bi salane em ji bo aştiyê diqîrin. Bi salane ez dibêjim bila aştî pêk were û mirov neyên kuştin. Ji bo aştiyê çi ket ser milê me me pêk anî. Ez ê ji niha şûn ve jî dest jî têkoşîna ji bo aştiyê bernedim. Em ê dîsa aştiyê bixwazin. Kuştin, zilm, heqaret ne çare ye. Porê min kaş kirin, zarokên min tirsiyan. Çek xistin serê min. Malê veguherandin qereqolê. Ev ne çare ne. Em ê van zextên wan ji bîr nekin.” 
 
MA / Ayşe Surme