Jin dê di 1-2 Cotmehê de li qadan bin

  • jin
  • 15:45 27 Îlon 2017
  • |
img

ENQERE - Jin dê di 1-2 Cotmehê de bi şîara “Qanûn wiha naçin” li gelek bajaran hemwext li qadan bin.  

Platforma Jinan a Enqerê, derbarê çalakiyên bi şîara “Qanûn wiha naçin” a  di 1’ê Cotmehê de li gelek bajaran li dar bixwin de daxuyanî da. Civîna çapemeniyê li Mulkiyelîler Bîrlîgî pêk hat. Li salonê pankartên “Ev qanûn  wiha naçin” û “Em xwedî li jiyana xwe derdikevin” hatin vekirin. Endama Platforma jinan a Enqerê Nur Aytemur daxuyanî da û wiha axivî: “Li darxistina qanûna miftîtiyê li dijî mafê jinan êrîşeke. Ji ber vê yekê em dibêjin ev qanûn wiha naçin.” Aytemur diyar kir ku tenê di meha Tebaxê de 27 jin hatin qetilkirin û wiha got: “Tecawizê 26 zarokan hat kirin û tundiya zayendî li 35 jinan hat kirin. Desthilatdarî êrîşên xwe yên li ser mafê jinan zêdetir kirin. Di vê sedsalê de li Tirkiyeyê hîna jî li jin û zarok tê xistin, rastî tecawiz, tundî û bêmafiyan tên.”      
 
Aytemur anî ziman ku qanûna peywir dayîna miftiyan û  polîtîkayên hikûmetê şer ên hûndir û yên dervede ji hev ne cûdane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî van hemû pêkanînan em ê di 1-2 Cotmehê de derbikevin koçeyan. Em di 1’ê Cotmehê de bi jinan bajarên din re hemwest di saet 15.00 li Qada Sakarya bin û di 2’yê Cotmehê saet 10.00 de jî li ber Meclisê em ê bêjin ‘Em xwedî li jiyana xwe derdikevin.’”