Jinan îsal jî gotin ‘Em naxwazim bimirim’

  • jin
  • 11:19 24 Mijdar 2019
  • |
img
STENBOL - Ji ber zimanê cihekariyê, ne pêkanîna qanûnan û daxistina rewşa baş ên desthilatdariyê, îsal jî gelek jin ji aliyê zilaman ve ji jiyanê hatin qutkirin. Di 10 mehên destpêkê yên salê de 383 jin hatin kuştin. Qîrîna Emîne Bûlût a “Ez naxwazim bimirim” û têkoşîna azadiyê ya Hevrîn Xelef bû sedem ku jin dakevin qadan û rêxistina xwe xurtir bikin.
 
Li tevahiya cîhanê jin tên qetilkirin û rastî tundiyê tên. Li Tirkiyeyê jî, hema her roj jinek tê kuştin û ev cînayetên jinan gehiştine asta komkujiyê. Ji ber zimanê cihekariyê, ne pêkanîna qanûnan û daxistina rewşa baş, her sala derbas dibe hejmara jinên tên kuştin zêdetir dibin. Li gorî danayên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), di 10 mehên dest pê kê yên sala 2019’an de herî kêm 383 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin. Jinên ku derbarê jiyana xwe biryar digirin, dixwazin hev berdin û ji bo azadiyê têdikoşin, an li kolanan, an bi îşkencê, yan jî di malên xwe de û hin caran jî li ber çavên zarokên xwe tên kuştin û ji jiyanê tên qutkirin. Her çiqasê çîrokên van jinan ji hev cuda bin jî, daxwaza wan azadî û sekna wan a li dijî tundiyê ji jinan re dibe mînak. 
 
KEZZAP EVÊT SER RÛYÊ WÊ  
 
Yek ji van jinan Berfîn Ozek a li navçeya Îskederûn a Hatayê dijî ye. Ozek di 15’ê Çileyê de, kezzap evêtin ser rûyê wê û bi giranî birîndar bû. Jinên ku ev bûyer bihîstin daketin qadan û xwedî Ozek derketin. Di encama piştevahiya jinan de Ozek di 17’ê Hezîranê de hat emeliyat kirin û niha hewl dide jiyana xwe dewam bikin. 
 
DI KOLANÊ DE KUŞT 
 
Li Amedê, parêzer Muzayyen Boylû, di 19’ê Gulanê de, li nava kolanê li ber çavên zarokên xwe ji aliyê Mesût Issi ve hat kuştin. Sedema kuştina Muzayyen, dixwest Issi berde û jiyana xwe bêyî wî dewam bike.  Piştî kuştina Boylû, heftiyek şûn de dîsa li Amedê Mûharrem Yilmaz ê polîs hempişeya xwe Merve Unal a 27 salî bi çekê qetil kir. 
 
NE PARASTIN 
 
Dîsa Aygul Gunler  jî mîna Boylû li ber çavên zarokên xwe hat kuştin û çîroka wan dişibiya hev. Aygûl Gunler di 2’yê Hezîranê de, ji aliyê hevjînê xwe Recep Gunler ve li ber çavên 3 zarokên xwe hat kuştin. Li Mêrsînê jî di 4’ê Hezîranê de Emel Yalçin a 62 salî jî ji aliyê Bektaş C. ê 57 salî ve hat kuştin û ji jiyanê hat qutkirin. Di hema demê de Fîlîz Kaplan a 42 salî, li Taxa Turgut Turkalp a navçeya Toroslar a Mêrsînê dijiya, di 28’ê Hezîranê de dema ji mala xwe derdiket û diçû Zanîngeha Mêrsînê ya lê dixebi ji aliyê hevjînê xwe yê berdayî Mûrat C. ve hat kuştin. Piştî kuştina Kaplan derketibû holê ku Kaplan rastî gefên Mûrat C. tê û ji ber vê yekê daxwaza parastinê kiriye, lê ev daxwaza wê nehatibû qebûl kirin. 
 
‘NEMIRE DAYÊ  
 
Emîne Bûlût a 38 salî hîna jî dengê qîrîniya wê û keça wê di guhên me de olan didin. Bûlût li Kirikkale di 18’ê Tebaxa 2019’an de ji aliyê Fedaî Varan ve li ber çavê keça xwe ya 10 salî bi  çekê hat kuştin. Gotina herî dayî ya Bûlût “Ez naxwazim bimirim” bû. Gotina keça Emîne Bûlût a 10 salî ya ku got “Nemire dayê” hîna jî bîr û hiziram me dernektiye. 
 
KUŞTINA BI GUMAN A LI MALA WEKÎLÊ AKP’Ê 
 
Yeke ji jinên bi awayekê bi guman mirî hat dîtin Nadîre Kadîrova ya ji Ozbekîstanê bû. Nadîra Kadîrova li mala Parlamenterê AKP’ê yê Stenbolê Şîrîn Unal a li Enqerê di xebitî û di 23’yê Îlonê de bi awayekê bi guman mirî hatibû dîtin. Nîqaşên derbarê mirina Kadîrova de hîna jî dewam dikin. Tê gotin ku mirina wê dibe ku ne întîxar be, cînayet be. Ev nîqaş hîna jî dewam dikin. 
 
HEDEFÊN YEKÎN ÊN ŞER JIN IN 
 
Weke ku tê zanîn şer dewam hişmendiya zilame û di hedefên yekîn ên şer de her daîm jin hene û şer jinan ji jiyanê qut dikin. Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dîsa jin bûn hedef û yek ji jinên bi awayekê hovane hat qetilkirin, Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê Hevrîn Xelef bû. Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeye piştgiriya wan dike Artêja Mîlî ya Sûriyeyê, wesayîta Xelef kirin kemînê û bi îşkenceyek giran qetilkirin. Qetilkirina Xelef rastî bertekên mezin hatibû û wê têkoşîna wê di 25’ê Mijdarê de mîna alekê bê libakirin û navê wê, wê li kolanan olan bide. 
 
Dîsa Guleda Cankel jî, di 17’ê Mijdarê de li Isparta ji aliyê hevalê xwe yê zilam ê berê Zafer Pehlîvan ve hat kuştin. 
 
TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA LI DIJÎ TUNDIYÊ 
 
Di nava salê de, jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin. Kuşerên jinan an nehatin cezakirin, an jî ji ber rewşa baş cezayek kêm ji wan hat dayîn. Ger qanûn neyin bi cih anîn wê her roj jinek ji nava me kêm bibe. Jinên ku li dijî hişmendiya zilamê serdest têdikoşin, wê di 25’ê Mijdarê de li qadan. Jin wê bi qîrîna Emîne Bûlût a “Ez naxwazim bimirim” û têkoşîna azadiyê ya Hevrîn Xelef, dakevin qadan û daxwazên xwe bînin ziman. 
 
MA / Sadiye Eser