Şervanên YPJ’ê: Em xwedî mîrateya Rosa Luxembûrg derdikevin

  • jin
  • 12:01 24 Mijdar 2019
  • |
img

HESEKÊ - Şervanên YPJ’ê yên li dijî êrîşên Tirkiyeyê û Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (AMS) yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer dikin, diyar kirin ku ew xwedî mîrateya Rosa Luxembûrg derdikevin û gotin: “Em ê tim li dijî êrîşên li ser jinan derbikevin.” 

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê dibin êrîşên Tirkiyeyê yên di 9’ê Cotmehê dest pê kirin de, pêşwazî dikin. 
 
Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û hêzên paramîlîter ên dibin navê “Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (AMS)” de li hev kom bûne, êrîşên xwe yên li ser Eyn  Îsa û Tîl Temîrê dewam dikin. Di van êrîşan de bi dehan jin hatin hedef girtin û bi sadan jin jî jiyana xwe ji dest dan. Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên pêşengtiya şoreşa Rojava kirin, îro jî li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava derdikevin û di asteke xurt de şer dikin.
 
Şervanên YPJ’ê yên li dijî êrîşan li ber xwe didin, diyar kirin ku di heman demê di 25’ê Mijdarê de li dijî êrîşên li ser jinan jî derdikevin û wan mîrateya Rosa Luxemburg girtin.  
 
MÎRATEYA ROSAYAN 
 
Yek ji şervanên YPJ’ê Asmîn Cûdî, anî ziman ku ew îro weke şervaneke jin di çeperan de li ber xwe dide û wiha axivî: “Me li ser mîrateya şoreşa Rosa Luxembûrg a ku pêş xistiye artêşbûna xwe ava kir û em îro di çeperande cihê xw digirin. Emê şopdarê vê mîrateyê bin. Hijmendiya li dijî jinê îro li Rojava ketiye nava liv û tevgerê. Ev êrîş her çiqasî fîzîkibin jî, heya hişmendiya heyî neyê şikandin, wê êrîşên li ser jinan bi dawî nebin. Ya ku em ji xwe re bingeh digirin ev e. Divê em vê hişmediya li dijî jinê tune bikin. Çawan ku Rosa Luxemburg li Ewropa li ber xwe da û li dijî vê yekê derket, şervanên YPJ’ê Amara, Dîlvîn û Nûhal îro li Rojava li dijî vê hişmendiyê derdikevin. Şer dikin û jiyana xwe ji dest didin. Heya ku em şehîd bikevin emê xwedî bajarên xwe derkevin.”
 
JI HÊZA JINÊ DITIRSIN 
 
Cudî, da zanîn ku her çiqasî êrîşên li ser wan giran bin jî, ew bi biryardarî li ber xwe didin û wiha got: “Li dijî van êrîşan bi hezaran Rosa, Dîlvîn û Nûhalan canê xwe feda kirin. Em li dijî hêzekê ku ji jinan ditirse şer dikin. Em bi hişmendiyek rezîl a li ser cenazeyên me bilîzîn re rû bi rû ne. Ev nêzîkatiyek dij mirovahiye. Kes vê qebûl nake. Tu jin vê yekê ji bîr nakin. Tişta ku li cenazeyê Hevrîn Xelef kirin, di heman demê li hemû jinane kirine. Ev jî nîşaneya tirsê ye.” 
 
EM LI HER DERÊ NE 
 
Yek ji şervanên YPJ’ê Mijdar Hasekê jî, diyar kir ku ew bidin êrîşên pir giran de dikevin 25’ê Mijdarê û wiha axivî: “Di bingeha van êrîşan de hedeftina jinê heye. Lê emê tim li dijî van êrîşan derkevin. Çetên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, dixwazin dîsa bikevin axa me, hişmediya zilam bi bandor bikin û hebûna jinê tune bikin. Di rastiyê de jin bingah civakêne. Dixwazin vê hebûnê di komkujiyê re derbas bikin. Vê jî li ser navê Misilmatiyê dikin. Lê heya ku em hebin, emê destûrê nedin vê yekê. Emê heya dawiyê li gel jinan bin û wan biparêzin. Li ku derê jinek hebe û li ku derê feraseta koletiyê hebe, em ê li wê derê bin. Emê li dijî wan têbikoşin û destkeftiyên xwe biparêzin.”