Peyama xwendekarên jin a ji bo 25'ê Mijdarê: Divê dawî li polîtîkaya bêcezatiyê bê

  • jin
  • 09:11 25 Mijdar 2019
  • |
img

ERZIROM - Li gorî jinên xwendekarên zanîngehê sedema zêdebûna şideta li ser jinê, polîtîkaya "bêcezatiyê ye" û xwestin dawî li vê polîtîkayê bê. 

Wê îro li çarhawirdorê cîhanê jin bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta Li Dijî Jinê dakevin kuçeyan. Li Erziromê xwendekarên zanîngehê yên jin, derbarê rewşa jina ya li cîhanê û Tirkiyeyê fikrên xwe anîn ziman. 
 
'ŞIDET BI HER AWAYÎ XIRAB E' 
 
Ayten Altan (23), anî ziman ku li cîhanê herî zêde şidet, tecawiz û taciz li Tirkiyeyê heye û got, jinên serdestiya "zilam" qebûl nakin jî wekî kesên "xirab" tên wesifandin. Altan, destnîşan kir ku bi vê ferasetê tê xwestin şideta li ser jinê wekî tiştekî asayî bê nîşandan  û got, ji bo jin li hemberî vê şidetê bitêkoşin pêşî divê ji fikrên qalibbûyî yên civakê û malbatê empozeyî wan kiriye dûr bisekinin û qebûl nekin. 
 
Altan, destnîşan kir ku çi sivik çi giran şidet şidet e û got, şidet tenê ne bi awayê fizîkî ye. Altan, diyar kir ku şideta derûnî û hestiyarî jî bi qasî ya fizîkî xirab e û got: "Şidet bi her awayî xirab e." 
 
POLÎTÎKAYÊN BÊCEZATIYÊ 
 
Selamet Yogûran (21) jî anî ziman ku li Tirkiyeyê civaka baviksalarî şidetê xurt dike û got, ji bo pêşîlêgirtina vê yekê berpirsiyariyên mezin ewilî dikeve ser milê malbatê. Yogûran, got: "Perwerdekirina zarokan pir girîng e. Helbet guherandina mêjiyê mirovên niha hinekî zehmet e, lê ji bo nifşên nû divê zarok baş bên perwerdekirin. Divê bîbiriya derbarê jinê bê guherandin. 
 
Hazal Aşut (20) jî bal kişand ser cinayetên jinan û got, ji bo pêşî li ber cinayetên jinan bê girtin, polîtîkaya "bêcezatiyê" ji holê bê rakirin. 
 
Kubra Demîr a 21 salî jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê şideta li ser jinê bûye tiştekî polîtîk û cezayên tên birîn jî ne texilker in û got: "Şideta li ser jinê tiştekî giştî ye. Çimkî jinên xwenda jî bi şidetê re rû bi rû dimînin. Ev tenê ne şideteke fizîkî ye, bi awayekî derûnî jî pêk tê. Tim ji jinê re dibêjin, 'tu nikarî bikî, tu nikarî biçî vira.' Yanî şidet tenê ne fizîkî ye û jin bi şideta bira, bav û kesên din ên nêzî xwe re rû bi rû dimînin. Ji bo jin karibin li hemberî şidetê biêtkoşin, divê hinekî din jî xurt bin. Divê em destekê bidin hev du. Divê em netepisin."