Meşa ku ji jinan re hat qedexekirin ji zilaman re serbest e

  • jin
  • 16:40 25 Mijdar 2019
  • |
img
WAN - Çalakiya ku dihat xwestin li dijî tundiya zilaman li Wanê bê lidarxistin hat qedexekirin. Li gel vê yekê jî hevjîna Walî Mehmet Emîn Bîlmez, Meral Bîlmez bi komek zilam re li Wanê meş li dar xistin. 
 
Li Wanê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) hat xwestin ku ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tûndiya li Ser Jinê meşek bê lidarxistin. Meşa jinan ji aliyê Walîtiya Wanê ve hat qedexekirin. Lê bi beşdariya hevjîna Walî Mehmet Emîn Bîlmez, Meral Bîlmez ji aliyê komek zilam ve li bajar meşek hat lidarxistin. Koma ku li ber Navenda Kar a Ezbercîlerê hat gel hev, bi pêfdankan meşiya. Meşa ku heta ber bînaya Şanoya Dewletê berdewam kir, pankartê wê jî ji aliyê zilaman ve hat hilgirtin. 
 
Meşa ku bi hat xwestin bi pêşngiya TJA'yê bê lidarxistin, bi hinceta qedexeya Walîtiya Wanê ya çalakiyan ku 100 roj in didome hat qedexekirin. Li gel ku jin ji bo çalakiyê li Parqa Mûsa Anter li hev kom bûn jî destûr nehat dayîn ku meş bê lidarxistin.