Berfîn Ozek ji bo edaletê bang kir : Ma gere ez bimirama

  • jin
  • 09:12 27 Mijdar 2019
  • |
img

HATAY – Dadgehê xwest bi tawanbariya "birîndarkirina biqesdî" ceza li Casîm Ozan Çeltîk bê birîn ku kezav avêtibû ser çavê Berfîn Ozekê. Ozek, nerazîbûna xwe ya ji bo mutalaaya dozger nîşan da û got: "Ma gere ez bimirama?" Her wiha Parêzer Mehtap Sert jî, diyar kir ku ev biryar şideta li ser jinê rewa dike. 

 
Casim Ozan Çeltîk, li Îskenderûn a Hatayê kezav avêtibû ser çavê Berfîn Ozekê. Di danişîna 3'yan a doza hat vekirin de, dozger di mutalaaya xwe ya li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Îskenderûnê de, xwest bi tawanbariya "birîndarkirina biqesdî" ceza li Çeltîk bê birîn. 
 
Berfîn Ozek, anî ziman ku gava dozger mutalaaya xwe berpêşî dadgehê dikir careke din êrîşî wê hatiye kirin û got: "Ev êşên ez dikişînim ne rihet in. Gava ji emeliyatê derketim, min got xwezî bimirama, lê min ev êş nekişandana. Bi saxî bi cilêtê çavê min xeritandin û asît jê derxistin. Ez mirim. Ma gere ez bimirim, paşê cezayekî giran lê bê birîn. Bi rastî jî ez mirim. Ez dixwazim bi qesda kuştinê bê cezakirin. Baweriya min bi darazê tê. Bila ev ceza lê bê birîn." 
 
'ÊRÎŞA LI SER MAFÊ JIYANÊ YÊ JINÊ YE' 
 
Parêzera dosyeyê Mehtap Sert jî destnîşan kir ku cezayê ku dozger dixwaze bê birîn, wê şidetê rewa bike û got, madeya hatiye bikaranîn ne ji bo birîndarkirinê bûye. Sert, got: "Saziya Tiba Edlî di rapora xwe de gotiye 'talûkeyeke wê ya jiyanî tuneye.' Dadgehê jî ev rapor esas girtiye. Lê belê gava ev rapor hat amadekirin qulên pozê Berfînê girtîbûn. Nikaribû devê xwe veke, lêvên wê tunebûn, nikaribû tiştên hişk bixwe. Ev tişt nehatin nirxandin. Me daxwaz kir, lê dadgehê dosye ji Saziya Tiba Edlî re neşand. Ev doz, sûcê kuştina bi qesdî ye. Çimkî rasterast êrîşa li ser mafê jiyanê yê jinê ye. Wê Berfîn heta demeke dirêj nikaribe daxilî nav jiyana civakî bibe." 
 
Sert, anî ziman ku Berfîn Ozek şideta dijwara a li ser jinê temsîl dike û got: "Lê belê em li hemberî vê yekê bitêkoşin. Rewşa niha ya danişînê ew e ku şideta nêrza ji hêla daraza nêrza ve tê rewakirin. Wê danişîna din di 7'ê Çileya 2020'an de be û ji bo dadgeha bi tawanbariya 'kuştina bi qesdî' ceaz bibire, çi ji destê me bê em ê bikin." 
 
MA / Hamdûllah Kesen