Zilamek li nava kuçeyê tundiyê li jinekê dike

  • jin
  • 12:45 28 Mijdar 2019
  • |
img
DÎLOK – Li Dîlokê zilamek li ber çavê zaroka wê tundiyê jina tê texmînkirin hevjîna wî ye kir. Balkêş e yên derdorê jî ji tundiyê re bêdeng dimînin. 
 
Li Dîlokê dîmenek li nava kolanê tundî li jinekê tê kirin hat parvekirin. Di dîmen de tê xuyakirin zilamek tundiyê dike li hevjîna xwe dike. Tundî li ber çavê zarokan wan pêk tê. Zarok digirî û li tundiya ser dayika xwe temaşe dike. Balkêş e kesên di derdorê de derbas dibin jî ji tundiyê re bêdeng dimînin.
 
Piştî demekê jina tundî lê hat kirin radibe pêya û bi keça xwe re ji cihê bûyerê dûr dibe. Zilamê tundiyê dike jî li wesayîtê siwar dibe û ji cihê bûyerê direve. 
 
Ev dîmenên bûyerê ji aliyê welatiyek li heman kolanê rûdinê bi telefonê hat kişandin.