Jin li konferansê hatin gel hev

  • jin
  • 12:49 19 Kanûn 2019
  • |
img

AMED - Konferansa Jinan a Bajar a Amedê ku HDP bi şîara "Em di têkoşînê de bi biryar û di azadiyê de jî bi israr in" li dar dixe, dest pê kir. 

 
Konferansa Jinan a Bajar a Amedê ku Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Amedê, bi şîara "Em xwe bi hêvî û wêrekî bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin" organîze kir, dest pê kir. Konferansa ku wê 2 rojan berdewam bike, bi mijara "Em di têkoşînê de bi biryar û di azadiyê de jî bi israr in" li Eywana Konferansê ya Wedat Aydin tê lidarxistin. 
 
Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosûn û Dersim Dag, nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (BDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên  Lîjneya Birêveberina Navendî û Meclisa Partiyê yên HDP'ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî konferansê bûn. 
 
Konferanê bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Destpêkê di konferansê de Lîjneya Dîwanê hat diyarkirin. Ji bo Lîjneya Dîwanê Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokman Ûyanik, Endama Meclisa Partiyê ya HDP'ê Rabîa Tekas û Aktîvîsta TJA'yê Zekiye Guler hatin hilbijartin. 
 
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN' 
 
Hulya Alokman Ûyanik, axaftina vekirinê kir. Alokmen, di axaftina xwe de siyasetmedarên jin ên kurd ku li navçeya Silopya ya Şirnexê û Parîsê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn û silav jinên girtî yên siyasî re şand. Alokmen, destnîşan kir ku bi hêza ku ji rêhevalên xwe digirin têkoşîna xwe didomînin. 
 
Piştî axaftina vekirinê, konferans, ji çapameniyê re vekirî didome.