Hevseroka HDP'ê Bulut: Yên qedera Tirkiye û Rojhilata navîn biguhere em jin in

  • jin
  • 13:13 22 Kanûn 2019
  • |
img
STENBOL – Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bulut, di Konferansa Herêma Marmarayê ya ku Meclîsa Jinan a HDP'ê li dar xist de, diyar kir ku ew têkoşînek gelek girîng didin û wiha got: “Em jinên ku dîrok û qedera Tirkiye û Rojhilata Navîn biguherîn in." 
 
Meclîsa Jinê ya HDP'ê, li Otela Taksim Hill a Stenbolê Konferansa Herêma Marmara li dar xist. Di konferasê de Parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Zuleyha Gulum, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bulut, Endamên Meclîsa Partiyê û gelek  nûnerên saziyên jinan amade bûn. Li salona panelê pankartên “Em di azadiye de bi israr, di tekoşine de bi biryarin” vekirin. Ewil Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut axaftina vekirina konferansê kir bal kişand ser rol û rista têkoşîna jinê. Bulut, anî ziman ku têkoşina jinan pir giring e û yên dîrok û qedera Tirkiye û Rojhilata Navîn biguherînin jin in. Bulut, da zanîn ku li Tirkiye bi îtîfaqa mêr re têdikoşin û wiha got: "Li hemberî me îtîfaqek pir mezin a mêr heye. Li dijî destkeftiyê jinê şer dikin. Ji bo tevgerê jinê xwe mezin neke û bi rêxistin neke şer dikin. Em dizanin ku kengî em bi hevre têbikoşin em wê demê li hemberî îtîfaqa mêr bi hêz in. Yên ku cîhanê biguherîne jin in." 
 
‘HÊRSA JINÊ MEZIN DIBE'
 
Bulut, destnîşan kir ku pêdivî bi mezinbûn, rêxistinbûn û azadiya jinê heye û wiha got: “Îro li Şîlî, Îran, Kurdistan û Ewropayê jin li ser piyan in. Ev têkoşîna jinan mêrên serdest ditirsîne. Li dijî polîtîkayên şer ên îQtîdara heyî, cerebeyên Rojava yê Tevgera Kurdan ji cîhanê re bû mînak. Li Tirkiyeyê li dijî têkoşîna jinan a ji bo jiyanê, feraseta îQtîdarê heye. Li Esenyurtê hevalên me yên jin ji ber ku belavok belav kirin hatin girtin. Jin tu carî pes nakin. Em bi roj jî û bi şevê jî qadan terk nakin. Ji ber ku em her roj tên kuştin. Ji ber vê yekê îsyana me bi qîmet e. Bila AKP-MHP baş zanibe ku yên her dem li ser bedena jinê fermanê dide, dê beramberî wê hebe. Hêrs û nerazîbûna jinê her ku diçe mezin dibe. Em dê niqaşa 'Em dikarin li Herêma Marmarayê çi bikin' niqaş bikin. Her pêşniyarê ku em îro li vir bikin, dê polîtîkaya HDP’ê ya jinê diyar bike. Dê Meclîsa Jinê ya HDP'ê bêtir bi hêz bike. Em dê bêtir xwe bi hêz bikin û rêya xwe berdewam bikin. Em jin kesên ku qedera Tirkiye û Rojhilata Navîn diyar bikin in." 
 
Konferans didome.