'Pêlîstok rê li pêş zewaca zarokantiyê vedikin'

  • jin
  • 09:42 9 Kanûn 2017
  • |
img

ÎZMÎR - Derûnas Tolga Nasûh Aran, der barê pêlîstokên ku bûkanî li wan hatiye kirin û li her derê tên firotin û tesîra wan a li ser zarokan nirxand û wiha got: "Pêlîstokên bi vî rengî wek tiştekî asayî tên ditin. Lê rê li pêş zewicandina zarokatiyê vedikin." 

Ji bilî mexazeyên pêlîstokan, li gelek deran mirov rastî pêlîstokên ku bûkanî li wan hatine kirin tê. Derûnas Tolga Nasûh Aran bandora van pêlîstokên ku bûkanî li wan hatiye kirin û tên firotin a li ser derûniya zarokan vegot. Aran, dest nîşan kir ku ji pîvanên bedenê bigire heta kincên li ser pêlîstokan hemû tesîrê li zarokan dikin û bi taybetî jî ev rewş di dema kamilbûyîn de xwe dide der û ji ber vê yekê zarok ji bedena xwe nerihet dibin. Aran got ku ev rewşa nerihetiyê di temenên biçûk de jî dibe sedema emeliyatên estetîkê. Aran got ku ew di terapiyan de herî zêde bi pirsgirêka dîsmorfobiya bedenê re rû bi rû dimînin û ji 10 bûyeran yek jê muqeheq ew bi ciwanên ku ji bedena xwe nerihet in re rû bi rû dimînin. Aran diyar kir ku ev yek jî ji ber gihandina zarokan û çewisandinên civakiyî jêder dibe. 
 
Aran diyar kir ku pitikên pêlîstok ên bûkanî li wan hatine kirin jî rê li ber zewaca di temenên zarokatiyê de vedikin û zewaca di temenên biçûk de wek tiştekî normal be li bin bîra zarokan bi cih dike. Her wiha Aran diyar kir ku ev pêlîstok di temenên biçûk de xwesteka xwemakyajkirinê li zarokên keç peyda dike û ev tişt carinan ji bo gihandina zarokan dibin asteng. 
 
Aran dest nîşan kir ku pergal van pêlîstokan wek amûreke reklamê berpêşî zarokan dike û empozeyî mêjiyê zarokan dike. Aran diyar kir ku dema zarok bi van pêlîstokan dilîzin firsenda xeyalkirinê nadin zarokan û dema ew vê rewşê ji zarokan re dibêje zarok dibêjin "ez ê populer bibim." Aran diyar kir ku qenalên televîzyonan jî dibin sedema vê yekê û pergal vê yekê wek amûreke reklamê berpêşî mirovan dike. Aran dest nîşan kir ku bi van tiştan tê xwestin ku zewaca di temenên biçûk de, pedefoliyê bi civakê bê qebûlkirin. 
 
Aran got ku li Tirkiyeyê bi awayekî zêde sektoreke pêlîstokan heye û divê malbat di vî warî zaf haydar bin. Aran anî ziman ku divê pêlîstokên ku mêjiyê zarokan pêş dixe bên teşwîqkirin û ev tişt gotin: "Divê berekê bisêwirînin û bi pêlîstokên di terhê legoyê de bilîzin. Helbet dikarin bi pitikan jî bilîzin. Lê belê divê di vê hilbijartinê de pir haydar bin. Ne bi pêlîstokên ku bi ferasetek zayendî yên bi fîgura keçan û bûkanî li wan hatine çêkirin." 
 
Her wiha Aran got ku divê endustriya pêlîstokan bê kontrolkirin, lê belê ev qad zaf bê kontrol hatiye hiştin.