Federasyona Komeleyên Jinan: Em dê bi yekîtiyê bi ser kevin

  • jin
  • 09:43 9 Kanûn 2017
  • |
img

STENBOL - Seroka Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê Canan Gullu, diyar kir ku dûrxistina jinan a ji siyasetê ji bo Tirkiyeyê windahiyeke mezin e. Gullu bang li hemû jinan kir û wiha got. "Heke em bibin yek em ê bi ser kevin." 

Seroka Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê Canan Gullu, polîtîkayên îktîdarê yên piştî OHAL'ê ku jinan ji qada siyasetê dûr dixin nirxand û dest nîşan kir ku piştî 15'ê Tîrmehê feraseteke li hemberî jinan ketiye dewrê. Gullu, got ku ev feraset parlementerên jin daye girtin û parlementeriya wan betal kiriye û ev tişt gotin: "Heke sûcek hebe li gor wê cezayek jî heye. Lê belê bêyî ku qadên sûcî bên lêkolînkirin tevgerîneke pêşdaraziyî xwe dide der û paşê diyar dibe ku tiştek tune ye. Ev yek tê wateya derbkirina demokrasiya Tirkiyeyê. Windahiyên em di polîtîkayên jinan de jî rû bi rû dimînin perçeyek ji van pêkanîn e." 
 
‘MAFÊN ME BI DEST XISTINE TÊN DESTESERKIRIN' 
 
Gullu dest nîşan kir ku divê mijara jinê wek mijareke di ser siyasetê re esas bê girtin û wiha got: "Ji bo wekheviya jin û mêran derkeve asta herî jor divê pêşnûmaya qanûna partiyên siyasî biguhere, divê ne bi awayekî bîrdozî tenê wek welatiyeke wekhev li jinê bê nihêrîn. Ev yek bi pêşxistina van polîtîkayan pêkan e. Me dev ji van polîtîkayan jî berda. Tenê bi devjêberdanê jî nema, desteserkirina mafên hatine bidestxistin jî dest pê kir." 
 
‘RENG Û DENGÊ ŞIDETÊ TUNE YE' 
 
Gullu bertek nîşanî tayînkirina qeyûman, girtina komeleyên jinan û girtina yekeyên jinan ên di bin banê şaredariyan de bi awayekî aktîf dixebitin da û ev tişt gotin: "Ji bo hem li Amed hem jî li Wanê xetên lezgîn ên alîkariyê bên avakirin em tev geriyan. Deng û rengê şidetê tune ye, her tişt eynê ye. Divê li van navendên piştevaniyên yên bên vekirin teqez şêwirmendên bi kurdî dizanin hebin." 
 
‘HEKE EM BIBIN YEK EM Ê BI SER KEVIN' 
 
Gullu diyar kir ku wek rêxistinên jinan duh çawa bû îro jî ew bîrdozî û bawerî çi dibe bila bibe armanca wan tevgerîna bi hev re ye û wiha axivî: "Bi taybetî jî dema em li gel hev dimeşin, têkoşîna kesekê dibe têkoşîna me hemûyan. Dema ev rêxistinbûyîn bê domandin em ê bi ser kevin."