Rapora TJA: Girtîgeh bûne kampên dîlgirtinê

  • jin
  • 14:27 12 Kanûn 2017
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN -  TJA, bi wesîleya hefteya mafên mirovan rapora der barê jinên girtî û rewşa girtîgehan de bi raya giştî re parve kir. TJA, di raporê de diyar kir ku bi KHK û OHAL'ê civak xistine bin kontrolê û di 3 salên dawî de girtîgeh kirine kampên dîlgirtinê. TJA da zanîn u 9 hezar û 708 jin girtî ne. 

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 10-17'ê kanûnê hefteya mafên mirovan rapora girtîgehan û rewşa jinên girtî bi raya giştî re parve kir. TJA bi ser navê “Rapora OHAL û Îhlalên Mafên Jiyanê ya Jiyên ên li Girtîgehan" parve kir. TJA di raporê de diyar kir ku bi îlana OHAL'ê û rejîma KHK'yan civak xistine nava diranê xwe û civakê dihêre û di 3 salên dawî de girtîgeh bûne kampên dîlgirtinê. TJA, da zanîn ku wan rapor ji daneyên name, serlêdanên malbatan û agahiyên ji çapemeniyê, OHP, ÎHD, CİSST, TÎHV, CHP, HDP û DBP'ê kom kirine û amade kirine. Rapor ji 21 rûpel û 6 sernavan pêk tê. 
 
‘9 HEZAR Û 708 JIN GIRTÎ NE'
 
TJA'yê di raporê de diyar kir ku bi taybetî piştî AKP hat ser îktîdarê hêjmara jinên girtî zêde bû û wiha got: "Di 2002’an de 2 hezar û 18 jin girtî bûn. Di hezirana  2017’an de hêjmara jinê girtî derket 9 hezar û 708 kesan. Li girtîgehan di nava girtiyan de ji sedî 4.3 jin in. Li gorî daneyên wezareta dadê ya meha hezîrana 2017’an, di 6 mehên dawî de hezar û 393  jin hatin girtin. Di nava jinên girtî de 77 jin 65 salî û jortir dene. 79  girtiyên jin jî di navbera 12-17 salî dene. Li gorî daneyên tîrmeha 2017’an 668 pitik tevî dayikên xwe hatin girtin. 
 
Li gorî daneyên Wezaretê di navbera 0-6 salî de 668 zarokên jin girtî ne. Li tirkiye 12 girtîgehên jinan hene. Li gori rapora Ceza û Malên Tevkifê ya xebatan a 2016'an 8 hezar û 315 jin girtî ne. Dîsa li gorî daneyên wan kapasiteya girtîgehan 2 hezar û 800 kes in. 
 
CENDIRMEYÊN MÊR LI ODEYÊN JINAN DINERIN
 
Di berdewama raporê de hat diyar kirin ku di lêgerîna odeyên jinan de cendirme û gardiyanên mêr lêgerînê dikin û li gelek girtîgehan qadên hevpar ên jinan û mêran di nava hev de ne. 
 
ÎHLALÊN PÊK TÊN
 
Li gorî rapora ÎHD'ê ya Amedê ya 6 mehên ewil ên 2017'an bi îlana OHAL'ê re îşkence û binpêkirina mafan zêde bûye. Nameyan nadin girtiyan. Dîsa ziyaretê malbat û parêzeran pir bi sînor in. Mafê tenduristî, perwerdehî, ragihandin û qada civakî tê sinorkirin û binpêkirin. Girtî dema tên sewqkirin rastî lêgerîna tazî û tundiyê tên. Rastî tacîz û tundiya zayendî tên. Bi taybetî girtîgeh ji bo girtiyên siyasî bûye kampên dîlan. 
 
KAMERA BÛNE AMÛRÊ TUNDIYA ZAYENDΠ
 
TJA'yê di raporê de destnîşan kir ku ji ber kapasîte derbas kiriye binpêkirin zêdetir bûye wiha cih da raporê: "Bi taybetî li girtîgehên Amed, Tarsûsê ji ber havinan germa hewayê digêje 54 dereceyan pirsgirêka ava paqij derdikev holê. Dîsa di demsalên zivistanê de pirsgirêka germbûnê û ava germ derdikeve holê. Di lêgerîna odeyan de alav û amûrên taybet ên paqijiyê tên desteserkirin. Dîsa ji ber kamerayan li serşok û tuwaletan bi cih dikin êdî bi kamerayan tacîz dikin û li ser jinên girtî tundiya zayendî dimeşînin. 
 
Jinên ji ber tundî, tacîz û tecawiza mêr serî li qereqolan didin jî, li şûna biryara parastinê bidin û jinan li stargehan bi cih bikin, rayedarên dewletê bi mêr re li hev dikin û dîsa jinan dişînin malên wan. 
 
SEWQÊN LI GIRTÎGEHAN
 
Di girtigehan de sewqa girtiyan bûye îşkenceya bi rêk û pêk. Bi taybetî li bajarên kurdan ji bo aktîvîstên jin wekî ceza û polîtîkaya tecrîdê digirin dest. Di xizmeta tenduristiyê de jî li gorî zayendê nêzîk dibin û destûr nadin jinên girtî ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê bigirin. Ji ber vê yekê girtîgeh bûye qada tundî û zextan a li ser girtiyan. 
 
JI SEDÎ 15 JIN BI NEXWEŞIYÊN GIRAN IN
 
Jinên nexweş bi hinceta OHAL'ê nayên dermankirin 27 jê giran 72 jinên nexweş hene û ji maê xwe yên tenduristiyê nikarin sûdê bigirin. Ji sedî 15 ji wan di bin talûkeya mirinê de dijîn. 
 
Jin dema di cîhaza X-RAY re tên derbas kirin, tazîkirinê li wan ferz dikin. Dema lêgerîn tê kirin li pêş leşker û gardyanên mêr lêgerîn tê kirin. Dema girtî û ziyaretvanên wan di X-ray re derbas dikin tazî dikin. 
 
Cilên yek tîp li ser girtiyan ferz dikin. Yek ji amûrê zextên siyasî jî ferzkirina cilên yek tîp e. Dewleta AKP'ê di her qadê jiyanê de zextan li ser jinan dimeşîne. 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ, LI SER HEMÛ GİRTÎGEHAN PÊK TÎNIN
 
Tecrîda li zindanan dixin meriyetê, encama polîtîkayên OHAL'ê yên îmha û tecrîdê ye. Bi destê Dewleta AKP Erdogan, rejîma dîktatoriya yek mirovî hatiye avakirin. Rawestandina li dijî vê yekê divê berî her tiştî li dijî tecrida mutlak a li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin em derkevin." 
 
TJA'yê di raporê de ev pêşniyar kirin: 
 
“* Divê ji bo li dijî tecrîda mutlak a li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin derkeve, heyeta ji kesên neteweyî û CPT'ê pêt tê, bê avakirin û bi lez biçe Zindana Îmraliyê ziyaret bike. Divê der barê tenduristî û ewlehiya Birêz Ocalan de gel agahdar bike. 
 
* Divê bi lez dest ji rejîma taybet a Zindana Îmraliyê berdin. Divê mafê parêzeran ku li qada navneteweyî tê zanîn bê dayîn û parêzer û malbat karibin hevdîtin bikin. 
 
* Divê rewşa Birêz Ocalan a di qada çareseriya demokratîk û pirsgirêka kurd de li ber çavan bê girtin û ji bo karibe rola xwe pêk bîne rê li pêş Ocalan bên vekirin. 
 
* Divê OHAL bê rakirin. Divê qedexeyên li ser ifade û ramanê bê rakirin û zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin. Divê bê hiqûqiya bi KHK'ê bi dawî bibe. 
 
* Divê astengiyên li pêş edaletê bê rakirin. 
 
* Divê îfadeya bi SEGBİS'ê bê rakirin. 
 
* Divê rê li pêş parastina mafê zimanê zikmakî bê vekirin. 
 
* Divê hemû girtîgeh ji bo venêrtinê deriyê wan ji heyetên sivîl û serbixwe re bê vekirin. 
* Divê mafê tenduristî, perwerde, ragihandin, ziyaret, malpat û parêzeran ya hemû girtiyan bê dayîn û sînor bên rakirin. 
 
* Divê pêdiviyên jin ên li gorî zayendî û xweser bên dayîn. 
 Divê cidahiya zayendî ji holê bê rakirin. 
 
* Divê girtiyên nexweş bên berdan. 
* Divê hemû girtiyên siyasê bên berdan." 
 
Kesên dixwazen bigêjin rapora TJA dikarin bi riya tjadiplomacy@gmail.com  maîl bişînin û bibin xwedî agahî.