Jin dê li Îskenderûnê dakevin qadan

  • jin
  • 09:10 1 Adar 2020
  • |
img
 
HATAY - Berdevka Platforma Jina ya Îskenderûnê Feyrûz Gor, anî ziman ku jin hêzê ji hev digirin û bi vî awayî têkoşîna xwe mezin kirine û got, ji bo parastina mafên xwe yê jiyanê ew ê li qadan bin. 
 
Platforma Jina ya Îskenderûnê, amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jina ya Cîhanê dikin. Berdevka Platformê Feyrûz Gor, destnîşan kir ku ew ê li qadan bin û dengê xwe bilind bikin. 
 
PEYMANA STENBOLÊ
 
Gor, bal kişand ser têkoşîna Berfîn Ozekê ku mêrekî kezav avêtibû ser çavê wê û got: "Têkoşîna Berfînê, tenê ne têkoşîneke hiqûqî ye. Her wiha ji bo helkirina pirsgirêkên tenduristiyê jî me kampanyayek dabû destpêkirin. Piştî tenduristiya wê baş bibe, ji bo daxilî nav jiyanê bibe em ê bitêkoşin." Gor, bal kişand ser Peymana Stenbolê û got, qanûna jimare 6284'an û Peymana Stenbolê pêk nayê. 
 
Gor, got: "Ji bo ev qanûn pêk bê em têdikoşin. Çimkî em dizanin ku Peymana Stenbolê dihêle ku jin bijîn." 
 
'EM Ê DAXWAZÊN XWE BIQÎRIN' 
 
Gor, diyar kir ku têkoşîna jinan xurt dibe û jin hêzê ji hev digirin û got: "Em ê li dijî şidet, taciz û tecawizê tim û tim bitêkoşin û dengê xwe bilind bikin. Em ê di 8'ê Adarê de daxwazên xwe yên ji bo Wezareta Jinan, Wezareta Zarokan û ji bo çalakirina qanûna jimare 6284'an biqîin û bibêjin, wê keseke din ji me kêm nebe." 
 
Gor, da zanîn ku ew ê di 7'ê Adarê saet di 15.00'an de ji Bazara Bîtê heta Bazara Boyaci bimeşin.