Dengvedana sedsalekê: Heyran Xanim

  • jin
  • 09:21 3 Adar 2020
  • |
img

ÛRMÎYE - Heyran Xanima Dûnbelî ku dengê wê li asîmanên welêt olan dide, dengê sedsaleke ku bi hawar, lorîn û çarînên bi êş ên jinekê re dibe yek, xwe di wechê her jinekê de ji nû ve diwelidîne. Heyran Xanim, keça Kerîm Xan Kongerloy ye. Ew yek ji helbestvana bi nav û deng ya qerna 18 û destpêka qerna 19’an e. 

Li welatê me dengek olan dide. Dengê sedsalekê ku bi hawar, lorîn û çarikên bi êş ên jinekê re dibe yek û xwe di wechê her jinekê de ji nû ve diwelidîne. Û ji bo careke din, bi rengek geştir li asîmanê welatê me diçûrise. Çawa jî geş, xweş û bi gume gumê diherike, tuyê bijî ava geliyane. Wiha diherike, heya tê û ruh bi xwe re dişo û dibe. Va ye dîsan îro dengek tê, dengek ji asoyên dûr, dengê raperîna çarikên bi jan ên Heyran Xanima Dûnbelî… 
 
Carnan bi nameyekê me bi bîr bixe
Yên ku xemgîn in xweş bike
Qet nebe Sipêhr wefa 
Carnan bi nameyekê min bi bîr bîne
Gelo ne hêjaye mija dibiriqe
Ku xelk dibêjin bî wefaye filan  
 
ÇIRÛSKA JI ASOYAN 
 
Her çend der barê çîroka jiyan û biyografiya wê de zêde tiştek serirast li ber desta tunebe jî û wek her carekê rastiya vê jina helbestvan ku bi helbestên xwe serî radike û şer dike, hatibe  nixumandin, lê em ê dîsan hewl bidin vê rastiyê derxînin ronahiyê. Heyran Xanim keça Kerîm Xan Kongerloy (hakimê dawî yê Nexciwan û ji xandanê Dûnbelî bû) ye. Ew yek ji helbestvana bi nav û deng a qirna 18'an û destpêka qirna 19’an e. Li gor agahiyên giştî ew li bajarê Nexciwan tê dinyayê. Ew zaroktî û nûciwantiya xwe li gundê “Xanqaha Sorx” a ser bi bajarê Urmiye (ku berê ji Urmiyê re Rezayî dihat gotin û hîna jî ev nav tê bikaranîn) derbas dike. Bê guman qebîleya Dûnbelî di dîroka pir kevin de li herêma Musilê nîştecih bûye û li gor agahiyên cihê yên lêkolînvanan ew bi eslê xwe Êzidî bûne. Û piştî ku li Xoyê bi cih bûne, beşek ji mîr ên Dûnbelî dibin hakimê herêmê. Ew heya dema Sefewî û heya desthilatdariya Şah Îsmaîlê Duyem wek du mezhebên Sunî-Şafî û Êzidî dijîn. 
 
Helbet li vir dîrok û hikûmraniya qebîleya Dûnbelî û bandora wê a li herêmê ne mijara me ye, ji bo wê jî tenê em ê behs bikin û derbas bibin. Lê girîng e ku mirov bibêje ev qebîle xwedî bandorek mezin bûye û demek dirêj li Kurdistanê hikûm kiriye. 
 
JIYAN KOÇ Û DERBIDERΠ
 
Li gor hin agahiyan ew li bajarê Xoyê dijîn, li wir çûne Nexciwan û bi cih bûne. Lê piştî demekê li wir dîsan bar dikin û tên Urmiyê, gundê “Xanqaha Sorx” bi cih dibin. Helbet ji ber şer û pewçûnên ku di wê demê de di navbera Îran û Osmaniyan de rû dida, dîsan koçên ji ber vê yekê gelek caran kurd neçar mane cih û warên xwe berdin û li cihên din bi cih bibin. Ji ber vê, ev ihtimal heye ku li derdora Xoy, Selmas (Şapûr) û Urmiyê ber bi wan deveran ve koç kiribin û dîsan vegeriyabin. Çendî ku der barê dîroka wê demê de em tam ne serwext bin jî, lê demekê ji Urmiyê jî ji ber şerê li herêmê koçê (yan jî bi darê zorê tên koç kirin) Tebrîzê tên kirin. 
 
Ji xwe li gor gelek lêkolînan, her wiha dîroknasan, Dûnbel (Dunbul-Dunbil) dem dirêj li herêma Xoyê jiyane;  navê qebîleya Dûnbelî di Şerefnameyê de jî derbas dibe û tê diyarkirin ku ew Êzidî ne; dibe ji herêma bakurê Kurdistanê Botanê koçê vê herêmê hatibin kirin. Ev yek ihtimalek mezin e, ji ber ku di wan deman de kurd her tim bi darê zorê hatine koçberkirin. 
 
Mecdedîn Yequb Firuzabadî ku di qirna 14'an de jiyaye, dibêje; rastnivîsa koka vê peyvê Dunbule ku navê eşîrek Kurd e û di demên berê de li derdora Musilê jiyan e.
 
JANA KU BI HESTAN TÊ PÊNASEKIRIN
 
Her çend der barê jidayîkbûna wê de agahiyên piştrast nîn bin jî, lê em dikarin ji helbestên wê derbixînin ku Heyran Xanim di navbera salên 1247´ê hicrî qemerî de jiyaye. Li gor hin gotegotan Heyran Xanima Dûnbelî heştê salan dijî û heya dawiya temenê xwe jî nazewice. Her wekî di helbestên wê de jî tê xûyan, ger evîndar bibe jî wê ev yek nepejirandiye. 
 
Bi xatirê te ey heyva dibiriqe, bixatirê te 
Bi xatirê te ey Şahê başan, bixatirê te 
Bi êşa dil ez ê bikim ax û hawar
Çûn giha dema hîcran, bixatirê te 
Bi dilê bi hesret û can û zar
Ez ê dûr bikevim ji canan, bixatirê te 
 
Heyran Xanima Dûnbelî yek ji jina bi nav û deng ya li rojhelatê Kurdistan ê, herêma Xoy û Urmiyê ye. Her wiha bi nav û dengê xwe, helbestên ku nivîsiye û dîwana xwe a ji pênc hezar beytan pêk tê, deng daye. Qala gelek helbestên wê yên bi bi farisî, azerî û kurdî tê kirin. Li pey Heyran Xanim ê sê dîwanên mezin dimînin ku mixabin nayên çapkirin. Ew di gelek helbestên xwe de balê dikşîne ser qebîleya xwe û dide diyarkirin ku ew ji qebîleya Dûnbelî ye. Qebîleya Dûnbelî ku bi salên dûr û dirêj li herêma Selmas, Xoy û Urmiyê hikûmranî kirine. 
 
ÊŞA LI SERÊ VAN ÇARIKAN TÊ XWARÊ 
 
Heyran Xanim li ser pirsgirêkên civakî, mijarên jiyanê, êş û kederên gelan, evîn û li ser dayîk û xwîşkên xwe dinivîse. Di helbestek xwe de ku di 1207’ ê Xurşîdî de dinivîse, balê dikşîne ser nexweşiya weba û bi dileke bijan dibêje:
 
Nûciwan dikevin bin ax ê 
Vay xwedêyo zarok helak bûn
Dema zarok mirî 
Dayîk dil şikestî û bi hawar
Ne jî kes dixwîne quran
Ne şîn û ne jî ehsan 
Ji rewşa giyanî mirov bê hêvî
 
Ey xwedê ev bela çiqas giran 
 
Dîwana wê ji 4500 qesîde û çarikan pêk tê û nusxeyek ji dîwana wê li pirtûkxaneya neteweyî a Tebrîzê tê ragirtin. Behsa du nusxeyên din jî tê kirin ku girêdayî “axaftvan û mezinên rojavayê Azerbaycanê” ne.
 
Heyran Xanim, xwedî hişmendiyek afirîner, têgihiştî û zana bûye. Her wiha di nivîsandina helbestên curbicur de jêhatî bûye. Gelek pispor didin zanîn ku Heyran Xanim di destgirtin û nivîsandina helbestan de jêhatî bûye û kêm kes wekî wê wiha bi baldarî nêz bûne. Yek ji helbesta wê a ku herê zêde tê nasîn jî ev e: 
 
Meyani cumle mehruyan tuyi, ser defteri xuba
Ruxet çun goyi xur başet bu vet zulfi keçet çokan
Cemali tu bi vek gulşen, çu gulşeni xubi
Xubi xubeyi Yusuf, çi Yusuf Yusufi Kenan
Du çeşmi tu zalım, çi zalim zalimi kafir
Çi kafir kafirê rehsen, çi şehzen şehzeni îman
Buvet heyran tura aşık, çi aşiq aşiqe bê dil
Çi bê dil, bê dilê vale
Çİ vale, valeyê heyran
 
KANIYEK HERIKBAR A HEST Û RAMANÊ 
 
Behsa helbestên Heyran Xanim ên kurdî jî tên kirin, lê mixabin dema mijar dibe jin û bi taybetî jî zimanê kurdî, ev rastî ji nedîtî tê û ev berhemên hêja nayên tomarkirin. Heyran Xanim jî her wekî gelek jinên din ên kurd ku di qada huner, çand û wêjeyê de pêngavên mezin avêtine, wê jî di helbestan de rê li kaniyeke nû a herikbar vekiriye. Hûner rê û rêbaza herê baş a pênasekirina hest û ramanê ye, nemaze helbest kaniyek bi coş a van hest û ramanan pêk tîne. Ji xwe stran û helbest di çanda me de xwedî ciheke girîng in. Ji ber ku civaka me herî zêde bi riya xwe pênasekira van hestan kariye derd, êş, çîrok û serpêhatiyên xwe ji nifşekê ber bi nifşeke din ve biherikînin. Heyran Xanimê jî bi helbestên xwe hest û ramanên xwe yên der barê serdema xwe de, pir baş û bi awayek herikbar aniye ziman. 
 
Di nav hemû zeriyan de tuyî serdeftera rindan
Rûyê te wek goga rojê, biskên te jî weke çogan
Cemala te weke gulşen (gulistan)
Çi gulşen? Gulşena rindî
Çi rindî? Rindiya Yûsif
Çi Yûsif? Yûsifê Kenan
Du çavên mest ên te zalim
Çi zalim? Zalimê kafir
Çi kafir? Kafirê rêbir
Rêbirê îman
Lêvên te yên sor wek xonçe
Çi xonçe? Xonçeyê bexçe
Çi bexçe? Bexçeyê cinnet
Çi cinnet? Cinneta xweşî
Lêvên te wek xala Hîndû
Çi Hîndû? Hîndûya sêrbaz
Çi sêrbaz? Sêrbazê fitne, fitneya dewran
Zimanê te bibe bilbil, devê te bibe kanî
Çi bilbil? Bilbilê xweşxwan
Çi kanî? Kaniya jiyan
Heyran ji te re bibe aşiq
Çi aşiq? Aşiqa tirsek
Çi tirsek? Tirseka sersem
Çi sersem? Sersema Heyran
 
Doxtor Cevat Heyet di pirtûka “Azerbaycan, Dîroka Bîr Bexş”, dîsan “Zanyarên Azerbaycan ê” de diyar dike ku Heyran Xanim ji Tebrîzê ye. Armanc ji vê yekê ev e ku wê wek jinek azerî bidin nîşan. Lê, dû re li xwe mikur tê û dibêje ku ev jina helbestvan ji qebîleya Dûnbelî ye. Ji xwe Heyran Xanim bi xwe jî di helbestek xwe de balê dikşîne ser qebîleya xwe û wiha dibêje:
 
Çû ebr girye koned Dunbelî û Kongerlo 
Êlhe hemçû men efşar û qecr û sozed peder 
 
Heyran Xanûm gelek caran bi helbastan bersiv dide helbestên hin helbestvanan: Ew ê wiha dubeytek Rudekî bibersivîne;
 
Hatina wî ewqas ciwane 
ku nizarim çawa bînim ziman
Wek xwevnekî an jî mîna guleke di nava bexçeyekê
Tu boy hatî ber serê eşqa xwe a nexweş
Destê muhebetê ser rûyê wê de kêşand
Êdî bese ber xweşiya hatina meşûqe
Xwediyê porê xwe yê perîşan
Şeh bikêşe û xwe xweşik bike
Ji ber ku ew hat nava mala xwe ku ji dil bi cih bibe
Ger ew hat û xwe nava dil bicih kir
Dibe xwediyê ew cismê bê taqet
Dil dema bîranîna dûriya wê bi bîr bîne
Wek bilbilan dest bi gazind û dil giriyên xwe bike
Cih namîne ku dîlber deynin ser
Xwe bi temamî cardin teslîmê dîlber dike (werger: Argeş Avesta)
 
Heyran Xanim wê wiha bersiva vê qezela jêr a Sedî bide: 
 
Ey sariban aheste rewan karam canem mîreved
Ve an dil kê ba xod daştem ba dilestanem mîreved
 
**
 
Ey parazvanê devan
Rehmekê li min bike
Yara min ji destê min diçe
Bi çûna wê abiro û heysiyet
Sebr û taqeta min diqede
Xweşiya min ji perîşaniya min de xwe dide xûya kirin
Û rihê min aşkere ji min diqete û diçe 
Derd û xemên min bi tertîbeke leşkerî 
Yek êrîş û yek din xwe di min de dide nîşandan
Xwîna hevalbendên min 
Mîna ava sed dîcleya ber min de 
Wek lehiyan derbas dibe
Li dûrî û cûdahiya wê 
Peyman şikenê derd û xeman êrîş dikin ser min
Rûyê wê gula nesteren bêhn bike
Ji ber ku ew e a li min hişyar e
Dîlbera min bi dûrî û cûdahiyê
Li hember min xwe şikand
Û bê destpêk hîşt
Û ev qedr û qîmet wê her wekî biharistanekê bimîne (werger: Argeş Avesta)
 
MA / Zehra Mohammedzadeh