Jinên HDK’î ‘Enternasyonalizma Jinê’ ava dikin

  • jin
  • 12:23 16 Kanûn 2017
  • |
img
ENQERE -   Jinên HDK'î bi coşek mezin civîyan û hewaya Enqereyê ya sar germ kirin. Hevberdevka HDK'ê Gulîstan koçyîgît, diyar kir ku êrîşa li dijî jinan êrîşek global e û got: "Li dijî vê yekê dema pêşxistina têkoşîna enternasonalîzma jinê hatiye." 
 
8'emîn Konferansa Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li salona Tum Bel-Senê dest pê kir. Li salonê bi 6 zimanan dirûşmên "Hevgirtin Jinê Dide Jiyîn" û "Ji Faşîzmê re Inad Bijî Jiyan" hat nivîsandin. Di konferansê de hevgirtiyên HDP, Hevseroka Giştî ya SYKP, Tulay Hatîmoglulari, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, Berdevka Meclisa Jinên Sosyalîst Fadîme Çelebî, Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Besîme Konca, wekîlên HDP'ê Feleknas Uca, Meral Daniş Beştaş, Dîrayet Dîlan Teşdemîr, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevberdevka HDK'e Gulîstan Koçyîgît û gelek saziyên sivîl jin û kes amade bûn.
 
Ji bo dîwanê Gulseren Pusaklioglu û Yurdusev Ozsokmenler, Feryal Yazici hatin hilbijartin. 
 
Pusaklioglu destnîşan kir ku jinên jiyana wan di nava çar diwaran de hatiye hepiskirin, di pêşengiya HDK'ê de dicivin û got: "Em natirsin, xwe paşve nadin û têkoşînê dimeşînn." 
 
Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît jî destnîşan kir ku pergal bi şer li ser piyan dimîne û wiha axivî: "Îro ji bo krîzê derbas bikin, rêbazên ku bi pêş dixin, heta radeyekê hat. Gelan, malbatan, eşîrn, qebîleyan û her tiştî parçe dikin û 3'yemîn şerê cîhanê li ser civakê ferz dikin. Ji ber ku li vir dewlemendî hene û şer derdixin van çavkaniyan bi tevahî dibin welatên xwe."
 
‘JINÊN JI ŞERÊ LI SÛRIYEYÊ REVÎN LI TIRKIYEYÊ HATIN KUŞTIN’ 
 
Koçyîgît bal kişand ser Bihara Ereban û got ku li dijî van şoreşên, şoreşên dijberê derketin û wiha pê de çû: "Pêşengiya van şoreşan jinan kir, lê bi şoreşa dijber re herî zêde jin hedef hatin girtin. Jinên li Sûriyeyê ji tecawiz, şer û kuştinê revîn, li Tirkiyeyê bi tecawiz, kuştin û tacîzê re rû bi rû man."
 
‘LI SER BEDENA JINÊ ŞER DIMEŞÎNIN’
 
Koçyîgît pêkanînên AKP'ê yên li ser civakê jî bi van gotinan şîrove kir: "Ji sala 1870'yan heta niha destkeftiyên me bi kedek mezin afirandin, dixwazin desteser bikin. Qanûna kurtajê anîn. Em ê çawa cilan li xwe bikin, dê dêreyên me çawa be, dema em du canî bin em ê derkevin derve an na, xwestin der barê her tiştî de ew biryarê bidin. Me wekî jin li her derî li dijî vê li ber xwe da. Li Tirkiyeyê 40 sal e şer dewam dike, ji ber ku kurdan xwest bi her kesî re bijîn, şer kûr kirin. Şerê piştî 7'ê Hezîranê dest pê kir, destpêkê li dijî jinan meşandin. Di şexsê Ekîn Wan de, xwestin li ser bedena jinê şer bimeşînin."
 
Koçyîgît, da zanîn ku ev şer û polîtîkayên zayend perest di kesayeta Dayîka Taybet de berdewam dikin û  wiha bilêv kir: “Bi destên tevgerên tîmên taybet û polîsan şerê li dijî kurdan birêve dibin, di kesayeta jinên kurd de hat dîtin ku li dijî jinan çawan birêve dibin. Ev şer li metropolên Tirkiyeyê jî bi heman awayî tê meşain û kuştina Dîlek Dogan jî mîna vê ya berbiçave.” 
 
‘JI HÊZA JINÊ DITIRSIN’
 
Koçyîgît, bal kişand ser krîza aboriyê û wiha domand: “Di krîza aborî de jin mîna qûrban hatin hilbijartin û piştî darbeya 15’ê Tîrmehê bi KHK û OHAL’ê re li dijî jinan şer hat îlan kirin. Bi sedan jin ji kar hatin avêtin û bêkar hatin hiştin. Çalakiyên jinan ên berxwedêr hatin qedexekirin. Qeyûm tayînê şaredariyên vîna gelê kurd kirin û saziyên jinan girtin. Ajansa tekane ya jinan JINHA girtin. Ji ber ku ji jinan ditirsin ev yek kirin.”  
 
'PERGAL JI ME TIRSIYA…'
 
Koçyîgît, dest nîşan kir ku li dijî jinan qanûn nû derdixin û wiha rêz kir: “Em jin dê kengî bizewicin, berdin û çawan bijîn bêguman ji dewlet û AKP’ê napirsin. Em bi biryarin ku têkoşîna xwe ya azadiyê birêve bibin. Bila ji me bitirsin. Em ê bi serî rakirinên xwe, bi kelecana xwe, azadî û kelecanek pir cuda bînin vê welatî. Emê xwe birêxistin bikin û mezin bibin.” 
 
‘ÊDÎ DEMA AVABÛNA  ENTERNASYONALÎZMA JINÊ HATIYE’
 
Koçyîgît, di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Li dijî faşîzmê em necarin ku têkoşîna berxwedana jinê bihûn in. Êdî serdema dest bi pêvajoyek nû kirin hatiye. Li ku dera cîhanê heya jinek tenê jî rastiyê tundiyê were em ne azadin. Ji ber vê yekê êdî dema avabûna enternasyonalîzma jinê hatiye û derbas bûye. Êdî dema têkoşîna qanûna bingehîn a azadiya jinê hatiye. Em ê AKP’ê ji birûxîn in, ji ABD û dadgehên wan re nehêlin.”   
 
KEMALBAY: EM LI QADAN LI BER XWE DIDIN
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay jî anî ziman ku ev konferansa jinan amade kiriye morale û wiha got: "Em li dijî hemû zextên ku cudakariyê ferz dikin bi hemû reng û baweriyên xwe yên cuda bi hevre ne. Di serdema ku dixwazin parçekirinê zêde bikin em bi rengên cuda bi hevre li vir in. Em li qadan li dijî vê yekê di ber xwe didin."
 
Kemalbay, destnîşan kir ku komek biçûk ya serdest dixwaze siyaseta xwe li ser wan ferz bike û wiha berdewam kir: "Em wekî jinên HDK û HDP’î bi rengê xwe di ber xwe didin. Em dibêjin na em dê bi siyaseta xwe ya şoreşger heta dawî ji bo jiyana xwe têbikoşin û hebûna xwe biparêzin. Em dê pergala xwe bi reng û ruyê xwe ava bikin. Ji bo vê yekê emê têbikoşin. AKP li ser jinan şikestinê ferz dike. Dixwaze li gorî xwe jina kole  ava bike. Ev di heman demê de perçeyekî têkoşîna aştiyê ye." 
 
Kemalbay, anî ziman ku tekoşîna li dijî êrîşa li hemberî jinan wekî “şerê navxweyî" tê ditin û wiha bi dawî kir: “Têkoşîna me li dijî tundiya dewletê ya feraseta serdestiya mêr e. Em dê têkoşina jinê bi awayekî enternasyonalist mezin bikin û li dijî êrîşên global pêş bixin. Li Sûriyeyê li dijî êrîşên DAIŞ'ê têkoşîna QSD’ê heye. Şoreşgerên jin bi têkoşîn û şerê xwe yê li dijî DAIŞ'ê xwe nîşanî hemû cîhanê da. Li wir hemû jinan bi hemû cudahiyên xwe mil dan mil û şer dikin û pêşengiyê dikin. Ev ji bo hemû cîhanê modelek girîng e. Li her qadê şertên faşizmê giran dibe. Faşizmin ji sindoqan û hilbijartinan bi dawî nabe. Em dê li qada xwe piştevanî û şêwirmendiyê xurt bikin û têkoşîna hevpar mezin bikin"