Platforma Jina ya Bornovayê: Ne tirse em hêviyê parve bikin

  • jin
  • 09:17 5 Adar 2020
  • |
img

ÎZMÎR - Nûran Ozkan, diyar kir ku ji bo pirsgirkên jinan hel bikin Platforma Jina ya Bornovayê ava kirine û got: "Werim em bi hev re li hemberî krîz, betalî, taciz, tecawiz û komkujiyan têkoşînê bilind bikin. Ne tirsê kêfxweşiyê, ne fikaran hêviyê parve bikin." 

Di meha Sibatê de Komeleya Jina ya Bornovayê, Komeleya Çand û Alîkariyê ya Bosna Sancakê, Sekreteriya Jina ya Şaxa 7'an a Genel-Îş'ê, Sekreteraiya Jina ya Şaxa 4'an a Egîtîm Sena Îzmîrê, EMEP'a Bornovayê, HDP'a Bornovayê, CHP'a Bornovayê, Komeleya Jinên Komarê, Komeleya Dêrsimiyan a Bornovayê, Piştevaniya Morê, Yorukên Egeyê û Komeleya Koçberên Selanîkê jî di nav de 22 saziyan Platforma Jina ya Bornovayê ava kiribûn. 
 
Endama platformê Nûran Ozkan, armanca platformê û 8'ê Adarê nirxand. Ozkan, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan platform ava kirine û got: "Niha krîza aborî, şidet, taciz û tecawiz çar hawirdorên jiyana jinê dorpêç kirine. Di şer de zarokên me dimirin, lê em nikarin mudaxile bikin. Lê heger em bibin yek, wê dengê me bilindtir derkeve. Heger em bi vî awayî tev bigerin em ê karibin pirsgirêkan hel bikin." 
 
‘EM DIXWAZIN BÊDENGIYÊ XERA BIKIN' 
 
Ozkan, bibrî xist ku di 2 mehên ewil ên sala 2020'an de bi dehan jin bi şidetê re rû bi rû mane û hatine kuştin û got, li Îzmîrê pir tehde li jinan tê kirinç Ozkan, anî ziman ku pirsgirêkeke sereke ya jinan jî krîza aborî ye û got: "Gava em diçin bazaran, em dibînin tûrikê jinan vala ye. Em bi jinan re diaxivin,d ibêjin dahata wan tuneye û nikarin zarokên xwe xwedî bikin. Gelek jê betal in û kar bi dest wan nakeve. Heger kar bi dest wan bikeve jî kreş tunene ku zarokên xwe deynin û biçin bixebitin. Wekî her derê li Îzmîrê jî jin di şert û mercên newekehv de dijîn. Krîz didome û ên ewil ji kar tên derxistin jî jin in. Jinên ku ji ber zextên îqtîdarê nikarin li dijî newekheviyê dengê xw ebilind bikin, mixabin niha ji bo şerê heyî jî bêdeng in. Îjar em dixwazin vê bêdengiyê xera bikin." 
 
BANGAWAZIYA JI BO 8'Ê ADARÊ 
 
Ozkan, anî ziman ku ew ê di bin banê platformê de, di 8'ê Adarê saet di 13.00'an de li Qada Bornovayê li hev kom bibin û heta Îstasyona Metroyê bimeşin û got: "Divê îsal ji her salê bêtir dengê jinan bilind bibe. Loma em bang li jinan dikin; werin em bi hev re hêza xwe nîşan bidin. Werim em bi hev re li hemberî krîz, betalî, taciz, tecawiz û komkujiyan têkoşînê bilind bikin. Ne tirsê kêfxweşiyê, ne fikaran hêviyê parve bikin."