Li Amedê jin ji bo şanoya 'Jiyan' hatin cem hev

  • jin
  • 22:02 5 Adar 2020
 
 
AMED - Platforma Jinay a Dîcle Amedê, der barê 8’ê Adarê de şahiyek li dar xist. Di şahiyê de şanoya bi navê ‘Jiyan’ hat lîstin. 
 
Platforma Jina ya Dîcle Amedê (DAKAP) tevî bi TMMOB ÎKK, Eğitim- Sen û KESK'ê  li semta Ofîsê li Galeriyê şahiyek li dar xist. Bi dehan jin tev li şahiyê bûn û koma muzîkê ya Egîtîm-Sen’ê derket ser dikê. Ji endamên TMMOB ÎKK’yê Sevdet Acar û Melek Sarya Demîr jî bi portretên xwe yên jinan pêşengeh vekirin. Piştî pêşengehê, endamên KESK'ê şanoya xwe ya bi navê ‘Jiyan' ku têmaya wê "jin li ku bin, jiyaneke wkehev dijîn" lîstin.
 
Şahî bi dirûşmeya ‘Em dest bidin hev du’ bi dawî bû.