Li Zanîngeha Dîcleyê 8’ê Adarê hat pîrozkirin

  • jin
  • 14:03 6 Adar 2020
  • |
img

AMED - Li Zanîngeha Dîcleyê xwendekarên jin têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê şahî li dar xistin.

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li qada Kampûsa Zanîngehê şahiyek li dar xistin. Gelek xwendekar beşdarî şahiyê bûn. Jinan di şahiyê de dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin û li ber dengê erbaneyê coşa şahiyê bilind bû.
 
Şahî bi gerandina govendê û tîlîliyan bi dawî bû.