Jin beriya roj hilê dest bi kar dikin

  • jin
  • 11:02 18 Kanûn 2017
  • |
img

MÊRSÎN - Meryem Kara ya 60 salî ya li gundê Kizilkaya ya Toroslarê dijî, diyar kir ku li gundan roj ji bo jinan zû dest pê dike, karê malê, bax û zeviyan li ser milê jinan e. 

Gundê Kizilkaya yê Elewiyên Tahtacî lê dijîn û 50 kîlometre dûrî Toroslara Mêrsînê ye, heya salên 1980’î nêzî 80 malbat hebûn. Lê piştî koçberiyê hêjmar daket 35 malbatan. Ji ber ku li gund qada çandiniyê kême, gundî debara xwe bi daristaniyê dikin. Li vî gundî hemû bar li ser milê jinane. Jina 60 salî Meryem Kara, jiyana gund vegot.      
 
'KARÊ JINAN QET XELAS NABE'
 
Kara, diyar kir ku ji bo jinan roj di saetên serê sibê de dest pê dike û wiha axivî: “Serê sibê em radibin û dest bi paqijiyê dikn. Bi şev jî em xeliya sobeyê paqij dikin. Em bi xwe darên sobeyê dişkinîn. Nava rojê em hemû karê malê dikin û sewalên xwe xwedî dikin. Gava wext hebe em bi cîranên xwe re kom dibin.”  Kara, da zanîn ku havînê kar zêdetir dibe û wiha got: “Em diçin daristanê, karê bax û zeviyan dikin. Karê jinên lig undan dijîn qet xelas nabe.”
 
'BI PIŞTEVANIYÊ KAR DIKIN'
 
Kara, da zanîn ku bi karê zehmet re dinava jinan de piştevaniyek heye û wiha domand: “Dinava evqas karê zehmet de, jin alîkariya hev dikin. Bi taybetî ji bo amadekariyên zivîstê, hemû jin li hev kom dibin û her roj amadekariyên malbatekê dikin.”
 
'LI GUND ARAM IM'
 
Kaya, destnîşan kir ku ligel karê zêde, nafikireke ku dest ji jiyana gund ber de û wiha bi dawî kir: “Zivîstanê gundî diçin navenda bajêr û gund bêdeng dibe. Zivîstanê zêde kes li gund namîne. Tenê em dimînin. Li bajêr nikarim nefes bigirim bêhna min teng dibe. Gava dawetek, nexweşiyek çêbe em diçin bajêr. Hewaya vê derê cuda ye. Li gund aramtir im."