Hevalên Tutuncuyê: Ji bo kesek dn jî kêm nebe…

  • jin
  • 09:21 24 Kanûn 2017
  • |
img

ÎZMÎR – Hevalên Zulal Tutuncu ya li Bornovayê ji aliyê Gunhan Ozturk ve hat kuştin, bertek nîşanî zimanê hin saziyên çapemeniyê dan û diyar kirin ku berpirsiyarê kuştina Tutuncuyê polîtîkayên serdestiya mêrî yên hikûmetê ne. 

 
Di 18’ê Kanûnê de li Taxa Înonu ya navçeya Bornova ya Îzmîrê xwendekara Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî ya Egeyê Zulal Tutuncu (21) ji aliyê Gunhan Ozturk (26) ve hat kuştin. Piştî kuştina Tutuncuyê jinan bertek nîşanî hin sernavên ji aliyên hin saziyên çapemeniyê ve hatin bikaranîn dan û xwestin dawî li cinayetên jinan bên. 
 
‘BERPIRSIYAR POLÎTÎKAYÊN SERDESTIYA MÊRÎ NE’ 
 
Hevala polê ya Ttuncuyê Ezel Kurumuş diyar kir ku zimanê çapemeniyê yê hatiye bikaranîn bi tu awayî nayê qebûlkirin Kurumuş diyar kir ku bi nûçeyeke bi vî rengî; “Ji ber çû mala zilam hat kuştin” cinayetên jinan rewa tên nişandan. Kurumuş got ku ev çapemeniyên navborî dixwazin jinê reş bikin û polîtîkayên serdestiya mêrî yên hikûmetê berpirsiyarên vê yekê ne. Kûrûmûş got ku wan gelek caran tiştên bi vî rengî dîtine û ji bo cinayetên jinan, pirsîna hesabê Zulalê ew ê bitêkoşin.
 
Hevala Zulalê Ayşegul Ûçar anî ziman ku dema ew cinayetên jinan dikolin, di binî wê de ew bi polîtîkayên dewletê re rû bi rû dimînin. Ûçar wiha got: “Di polîtîkayên îktîdarê de ferzkirina ku dê jin çi bike, çawa li xwe bike, li ku çawa tev bigere heye.” Ûçar diyar kir ku ji ber di van polîtîkayan de daxistina ceza heye û pergaleke huqûqî ya birêkûpêk tune ye, jin bi tecawuzê, bi kuştinê û şidetê re rû bi rû dimînin. Ûçar got ku divê kujerê Tutuncuyê bi awayekî giran bê cezakirin û ew naxwazin Zulal bi vî awayî bê jibîrkirin. 
 
‘JI BO KESEKE DIN JÎ KÊM NEBE…’ 
 
Endama Kolektîfa Jinan a Zanîngeha Egeyê Emîne Akbaba jî, bertek nîşanî îfadeyên di hin çapemniyan de xwe dan der da. Akbaba dest nîşan kir ku tê xwestin ku kujer bi awayekî pak bê nîaşndan û jin jî bê tawanbarkirin. Akbaba diyar kir ku ev liv û tevgera saziyên çapemeniyê yên navborî xizmeta gotinên “Heke hûn nebin jina maqûl a ku îktîdara AKP’ê dixwaze, nexwe hûn kuştinê heq dikin” dike. Akbaba dest nîşan kir ku ji bo kesek din jî ji wan kêm nebe, ew ê bi dengê Zulalê bibin dengê hemû jinên hatine qetilkirin. 
 
‘POLÎTÎKAYÊN HEYÎ CINAYETAN ZÊDETIR DIKIN’ 
 
Endama Meclîsa Jinan a Îzmîrê Sanem Denîz Kûral jî balê kişand ser zêdebûna cinayetên jinan û bi bîr xist ku roja ku Zulalê hat kuştin li Îzmîrê Fûnda Tûran jî hatiye kuştin. Kûral dest nîşan kir ku polîtîkayên hikûmetê cinayetên heyî ranawestîne, tersê wê zêdetir dike.